Delegeya Başûr Viyan Silêvaneyî: Divê ji bo jinan bernameyên taybet bên amadekirin

10:26

 


Hazal PEKER –Hangul OZBEY – JINHA


HEWLÊR - Delegeya Başûr Dr. Viyan Silêvaneyî ku di roja 2’yemîn a Konferansa Netewî ya Jinê de axivî, diyar kir ku ji bo derbarê jinan de zanebûn çêbibe, divê ji destpêka dibistanê ve perwerdehî bê dayîn û bernameyên taybet ên têkildarî mijara jinê, bên nîşandan.


2. Konferansa Netewî ya Jinên Kurd ku duh destpê kir, di roja duyemîn de jî, didome. Rûniştina yekemîn a konferansa ku li Salona Saed Ebdilla ya Hewlêrê tê lidarxistin, bi mijara ‘Li her parçeyek Kurdistanê rewşa jinên kurd, pirsgirêkên azadiyê û rêyên çareseriyê’ destpê kir. Delegeya Başûr Dr. Viyan Silêvaneyî ku di panela danê sibê de axivî, li ser biharên gelan ên li Rojhilata Navîn rawestiya. Jinên kurd jî beriya bihara gelan, du car dihatin perçiqandin. Viyan, daneyên li Herêma Kurdistanê di siyasetê de rola jinê bi guhdaran re parve kir. Viyan, diyar kir ku hejmara jinan li gorî salên berê, di saziyên fermî de zêde bûye û wiha got:


“Ya ku di nav dilê zarokên xwe de tovên welatparêziyê çandiye jî, dîsa jin e. Ji bo feraseta jinê were zanîn, divê ji dibistana seretayî destpê bike û bernameyên taybet ên li ser mijara jinê, bên çêkirin.”


Wêne-Kamera: Hazal PEKER-Hangül OZBEY


(hp/ho)