Ji bo ronîkirina rêyên zanîngehê di civakê de li ronahiyê digerin!

10:05

JINHA


ANTALYA – Xwendekarên jin yên Zanîngeha Akdenizê yên ji bo xwe ‘Kambusa Mor’ vekirine û xwe binavê ‘Zanîngeha Akdenizê ronahî girtine dê civakê ronî bike’ didin nasîn. Lê ve xebata wan bû sedema nerazîbûnên rêveberiya zanîngehê. Ji jinên Kabusa Mor Fatma Agdal girêdayî mijarê wiha dibêje: “Divê li hemû zanîngehan komusyonên jinan yên pêşî girtina tacîz û tecawîzê bên avakirin. Divê ji bo jinên rastî van rewşan tên çî bê xwestin di aliyê hiquqî de bê kirin û piştevaniya derunî bê kirin.”


Xwendekarên jin yên dibiniya xebatên feministan de li Zanîngeha Akdenizê bi navê “Kamusa Mor” dixebitin xwe weke “Zanîngeha Akdenizê ronahî girtine dê civakê ronî bike” didin nasîn. Ji jinên Kamusa Mor Fatma Agdal balkişand ser polîtîkayên hikumeta AKP’ê yên ser bedena jinan û wiha got: “Me çend sal berê di zanîngehê de dest bi xebatên xwe kir. Em hewil didin jin ne dibin sîbera tu partiyên siyasî de bi xwe xwedî vîn û nêrîn bin û nêrînên xwe bînin ziman. Armanca me bilindkirina alaya jinane. Ji bo em li gel jinên şidet, tacîz û tecawîz dîtin û tuştên jiyan kirî diveşêrnin, xwe tinê dibînin cîh bigirin û wan bi tenê nehêlin em hene.”


‘Hemu komên me avakirin ji aliyê zanîngehê ve hatin girtin’


Fatma diyar kir ku wan di sala derbazbûyî de bi navê “Civaka Lêkolîna Jinan” avakiribû lê mamostayên dibistanê dest dan ser û wiha domand: “Dema ku koma me ya despêkê ji destê me girtin me ‘Kuluba zayendî’ avakir. Kuluba me ya zayendi diz anîn gehê de ji bo ronîkirina karên tarî dixebitî, lê ew jî bi hincetên cuda hat girtin. Dema ku em jin tên bahev em li hemberî xwe rêveberiya zanîngehê dibînin. Ji ber wê jî mixabin em nikarin karên baş û serkeftî bikin. Em herî zêde ser çalakiyan diçin. Me hîs kir ku pêdivî bi karek zindî kirinê heye. Me dest bi xebatên Kamusa Mor kir.”


‘Di rêyên tarî de jin rastî tacîzê tên’


Fatma da zanîn ku ew hewil didin di xebatên xwe de rêyên tarî ronî bikin û wiha berdewam kir: “Jin din ava civakê de ratî çî zoriyan tên em jinên zanîngehê jî gelek caran bi heman zoriyan re ru bir u dimînin. Weke mînak gelek rêyên ji zanîngehê diçin tarîne û dema jin ji zanîngehê derdikevin ber bi mal yan jî yurdên xwe ve diçin bineçarî di van rêyên tarî re derbaz dibin. Taritiya kampusê ji tirsîna jinan zêdetir cesaretê dide tacîzciyan. Di zanîngeha me de ji hijmara xwendekaran zêdetir ya hêzên taybet yên ku weke parastina xwendekaran dikin tên hesibandin hene. Lê em carekê di rêya tarî re derbas bûn û me qêr kiri got: ‘hîndat!’ lê kes bi hewara me nehat wê demê ev hemû hêza li vêderê ji bo çi kombûne? Hêzên tayîbet ji bok ê ji çî bi parêzin li kampusê komdibin?”


‘Di civakê de her jin rastî cureyek yê şidetê tê’


Fatma anî ziman ku divê di hemû zanîngehan de bi navê “Komusyona pêşîlêgirtina tacîz û tecawîzê” bê avakirin û wiha dom kir: “Din ava civakê û hemû dibistanan de her jin rastî şêweyek yê şidetê tê. Mixabin ji ber di civakê de kes guhnade van mijaran kes bertek jî nîşan nade. Din ava zanîngehê de min jinên mi hevalên xwe yên mêr re peyîviyîn û di wê peyîvînê de rastî şidetê hatî dîtin. Di zanîngehan de tacîzên bi gotinan hene û tayîbetî jî dit ariya şevê de ev zêdetir dibin.”


‘Divê yurd nêrîna xwe ya ser jinan bi guherînin’


Fatma derbirî ku ew li hemberî yurdên ser vîn û bedena jinan tundiyê dikin bibertekin û wiha axaftina xwe domand: “Çend sal berê em li yurdên şaredariyê bûn lê nêrîna wan ya ser me gelek xirab bû. Li cihê pêşî li tacîzciyan bigirin, heta saziyek dibiniya şaredariyê de hebû dikarî heta cihekê van karan hel bike. Lê bi gotinên weke zu werin yurdê cardin sucdar em derdixistin. Ji ber lig ora wan heger em heya saetên dereng ji der ve bimînin me tacîz û tecawîz maf kiriye. Di rastiyê de li cihê şikandina vîna jinan pêşîlêgirtina tacîz û şideta mêran giringe. Ev pirsgirêk ne girêdayî saetên derketin û ketina me ya yurdêye.


‘Bila hikumata AKP’ê destê xwe ji beden amin bikêşe!’


Fatma derbirî kul i gel hemû şideta mêrane ya di erdnîgariya Tirkiyê de ser jinan tê meşandin jî herî zêde hikumeta AKP’ê qada jiyana jinan îşkal kiriye û wiha pêde çu: “Ev 12 salin polîtîkaya hikumeta AKP’ê ser bedena jinan berdewam dike. Weke mînak jin çend zarokan bîne, domandina gotinên weke ‘kizli erkekli’, dê li ku çî bike heya kenê wan jî dixe bin bandora xwe. Li hemberî hişmendiyek wiha em jin wiha dibêjin: Hikumeta AKP’ê destê xwe ji bedena me bikişe!”


 (zt)