Li sînor bazara leşker û çeteyên DAIŞ'ê ya li ser maşîneyan

10:12

JINHA


RIHA - Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gundê xwe vala kirin û hatin ser xetê, maşîneyên xwe li ser sînor hiştin. Kobaniyên ku liser sînor nobeta maşîneyan digirin rastî zilma leşkerên tirk tên. Welatiyan anîn ziman ku leşker maşîneyan pêşkêşî çeteyan dikin û ji bo leşker bi rehetî vî karî bikin naxwazin li sînor nobeta maşîneyan bigirin. 

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gundê xwe vala kirin û hatin ser xetê, maşîneyên xwe li ser sînor li pey xwe hiştin. Gelek ji welatiyan li ser sînor li ber maşîneyên xwe yên li ser sînor hiştin nobetê digirin. Malbatên ku derbasî gundê Pirsûsê bûn û jî xwarinê dibin ji zarokên xwe yên nobeta maşîneyan digirin. Welatî li ser sînor rastî neheqiyên leşkeran tên. Welatiyan diyar kirin ku leşker ji bo ku çete bi hêsanî maşîneyan bidizin zorê li welatiyên Kobanê dikin. Welatiyan anîn ziman ku çeteyên tên maşîneyan dibin tekbîrê tînin û diyar dikin ku êdî maşîne yên wan in. Welatiyên ku derbasî ser sînor bûn, anîn ziman ku niha bi hezaran xizmên wan ji bo nobeta maşîneyan bigirin li bin xetê mane û ji ber rastî astengiyên leşkeran tên nikarin xwarin û avê bibin ji wan re. 

‘Leşker çima ji mere zor û zahmetiyê derdixe’


Bi sedan Kobaniyên ku di navbera gundê Zehwan û Kikanê de li ser sînor nobetê digirin, diyar kirin ku ji ber zextên leşkeran nikarin xwarin û vexwarinê bibin ji xizmên xwe re xizmên wan bi talûkeyê re rû bi rû mane. Welatiyê bi navê Aziz Berkel ê hatiye gundê Zehwanê diyar kir ku wî ji bo birayê xwe xwarin aniye ser sînor, lê rastî astengiyê leşkeran tê û wiha got: "Leşkeran neheqî li me kir û li me dan. Bi sedan welatiyên Kobanê tên vir ku xwarinê bibin ji xizmên xwe re, lê rastî neheqî û lêdana leşkeran tên. Xizmên me yên li nava maşîneyan nobetê digirin nêzî 2 mehin birçî û tî dijîn. Em nikarin xwarin û avê bibin ji wan re. Leşker çima ji mere zor û zahmetiyê derdixe. Welatiyên bi navê Veyso Îbrahim Herani û Muhamed Habeş Xelil rastî lêdana leşkeran hatin." 


'Tekbîran tînin û maşîneyên me dibin'

Welatiyê bi navê Mistefa Şêran ku li ben xetê nobetê digire jî anî ziman ku ew di nava zor û zahmetiyê de ne û wiha got: "Leşker li şûna alîkariyê bide me, astengiyan ji mere derdixe." Welatiyê bi navê Cuma Îbrahim anî ziman ku 2 erdamên DAIŞ'ê hatin cem wan û diyar kirin ku maşîneyên wan malê Dewleta Îslamê ne. Îbrahîm, da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê tekbîr anîn û maşîneyên wan ji xwe re birin. 

Welatiyên ku li ser sînorê di navbera gundê Merdesimêl û Kazika nobetê digirin jî anîn ziman ku li ser sînor Qereqola leşkeran a Mert İsmail heye û nêzî 300 maşîneyên wan li bin xetê mane. Welatiyan da zanîn ku leşker maşîneyên wan difiroşin çeteyan û ji ber vê yekê naxwazin welatiyên Kobanê li ser sînor rawestin. Welatiyê Kobanê Sebrî Emin, anî ziman ku wî ji bavê xwe re xwarin bir, lê leşkeran li wî da û neheqî li wî kir. Welatiyan anîn ziman ku leşker ji bo firotina her maşîneyekê komîsyonê digire û naxwaze ku nobet li ser sînor bê girtin. 

(zt)