Pirtûkxaneya yekemîn a berxwedanê hat avakirin

10:18

JINHA


RIHA – Nobedarên li gundê Mahserê yê ser sînorê Kobanê û Pirsûsê ji qaseyên fêqî piştî demek dirêj li gund pirtûkxane hat avakirin. Pirtûkxaneya tevlî komuna gund bû niha ji li benda pirtûkê bên şandine.

Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kantona Kobanê, li aliyê Kobanê û li aliyê Pirsûsê berxwedan bênavber dewam dike. Yek ji gundê berxwedanê gundê Mehser e ku ji Tirkiye, Ewropa, Kurdistanê û hemû beşên civakê di berxwedanê de cihê xwe digirin. Li aliyekê berxwedana li aliyê din jiyana azad a komun a li Rojava di çarçoveya kantonan de êdî pirtûxane ya gund jî heye. Derhêner Onder Çakar û hevalên xwe ji roja berxwedana li ser sînor destpêkiriye heya nih di berxwedanê de ne. Derhêner ji bo ku di mizgeftê de dimîne ji ber di şevê elektirîka mizgeftê pê nakeve, ji bo pêwîstiyên xwe yên xwendinê ji hevalên xwe yên li Stenbolê kon xwestin. Beriya ku kon were hem ji bo pêwîstiyê xwe yê xwendinê û hem jî yê di berxwedanê de ne biryar girtin pirtûkxane ava bikin. Derhêner Onder û hevalên wî bi qaseyên fêqî pirtûkxaneyek biçûk ava kirin û cara yek ji bo arşîva wê jî 5-10 pirtûkê di destê wan de Ozgur Gundem, kovara Demokratîk Modernîte danîn pirtûkxaneyê. 

Ji bo wextê xwe yê vala binirxînin

Derhêner Onder Çakar têkildarî ava kirina pirtûkxaneyê de agahî dan û wiha got: "Em li mizgeftê diman, derfetê me yê di mizgeftê de jî em bikarin bixwinin tunebû me destpêkê li gor rêgezê komunê bûn. Li malan hevalên me yên ji Kobanê û jin dimînin. Em mêr jî di mal û kona de diman. Di mizgeftê de elektirîk di saet 21.00 tê girtin. Li vir gelek wextê me yê vala çêdibû. Me biryar girt em vî wextê xwe yê vala binirxînin, ji bo xwendin û em ji berxwedanê têbinî bigrin pêwîstiya me bi cihekê hebû."

Onder anî ziman ku kon û pirtûkxane bi şêwaza bi hev re hate sererastkirin, her çiqas pirtûkxane biçûk be jî yekemîn pirtûkxana berxwedanê hate ava kirin. Onder destnîşan kir ku kesê bixwaze dikare li vir pirtûk bixwine û yê bixwaze ji dikare pirtûk bibe bixwine û bîne.

(zt)