'Ji min bihata min ê jî rahişta çekê'

10:23

JINHA


RIHA - Xecê Derwêş a 58 salî ku zarokekî wê li nav refên HPG'ê, 2 zarokên wê jî di nav YPG'ê de ne, beriya niha ji YPG/YPJ'yiyên li çeperên li Kobanê xwarin çêdikir, lê niha li Pirsûsê çavên wê li şervanan e. Dayika Derwêş dibêje, "Ji min bihata min ê jî rahişta çekê" û destnîşan kir ku serê Kobanê wê tu carî li pêşberî dijmin serê xwe natewîne.

Kobanê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dide, noqteya hevpar a gelê kurd e. Kurdên ku êrîş pûç kirine, li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê têkoşiyan. Gelek ji malbatan di nava vê têkoşînê de cih girtin û berdêl dan. Malbata Derwêş a ji Kobanê ya hatiya Pirsûsê jî bi tenê yek ji van malbatan e. Sê ferdên malbata Derwêş li nav refên têkoşîna azadiyê ne. Dayika Xecê Derwêş a 58 salî ku zarokekî wê li nav HPG'ê û 2 jî li nav refên YPG'ê de ne, ji şervanên YPG/YPJ'ê yên li çeperan re xwarin çêdikir. Niha jî li Pirsûsê çavên wê li şervanên li dû xwe hiştine ye.

'Tu hêz nikare me ji xa me veqetîne'

Dayîka Xecê diyar kir ku her çend ew niha neçar mane ji Kobanê koç bikin jî tu kes wê nikaribe Kobanê bi dest bixe. Xecê da zanîn ku Kobanê çar parçeyên Kurdistanê aniye cem hev û wiha got: "Ev der cihê me ye. Çiqas dewlet bibin yek û van çeteyan bi ser me de bişînin jî em ê neçin tu cihî. Di vî emrê xwe de ji bo li cem YPG/YPJ'ê bim, di nava şer de min hewl da alîkariyê bikim. Ji bo li wir tevkariyê li têkoşînê bikim, me xwarin ji zarokên xwe yên YPG û YPJ'yî re çêdikiri û ji wan re dibir. Ji bo em namûsa xwe biparêzin û ji şervanên xwe re qadeke tevgerê vekin, em ji Kobanê derketin. Naxwe tu hêz nikare me ji Kobanê qut bikin. Ji xwe têkoşîna li Kobanê tê dayîn, wê di dema herî kurt de bi serketinê tacîdar bibe û em ê jî vegerin."

'Serkeftina me be'

Dayika Xecê anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê, bi desteka hêzên navneteweyî êrîşî bajarê me dikin û wiha pêde çû: "Em ê jî bersivê bidin çeteyan û em ê xwe biparêzin. Endamê çete yê êrîş dike jî madeyên hişbir bi kar tînin û vê dikin." Derwêş ragihand ku ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo parastina Kobanê hatine, li çeperan têkoşîna ji bo azadî û rûmetê dimeşînin û wiha domand: "Bi saya têkoşîna zarokên me û xwîna di vê rê de hat rijandin, serkeftin çi zû çi dereng wê ya Kobanê be. Zarokên min ên li çeperê gotin, 'Dayê em nikarin Kobanê bêparastin bihêlin. Em amade ne ji bo Kobanê canê xwe bidin. Heta em bijîn, em ê Kobanê biparêzin. Eger em şehîd ketin jî bike tililî ku her kes bizanibe Kobanê ji aliyê kê ve û ji bo çi têdikoş e. Bila dilê we rehet be. Ez ê tu carî rondikên çavan nebarînim'. Ez bi zarokên xwe re serbilind im. Ez ji zarokên xwe re dibêjim, ne tenê ji zarokên xwe re ji her kesên di vê têkoşînê de cih digirin dibêjim, ez dayika wan hemûyan im, hemû parçeyek ji min in. Dema yek şehîd dikeve, cîhan li ser serê min hildiweşe. Mîna ku li şûna wê/wî min jiyana xwe ji dest daye. Di vî emrî de eger ji min bihata min ê rahişta çekê û li pişt wan bisekinîma."

'Kobanê tu caran serê xwe natewîne'

Xecê diyar kir ku roj li wan bûye sal û wiha domand: "Zarokên me ji bo şeref û rûmeta me têdikoşin. Di vê oxirê de şehîd dikevin. Ev ne henek e. Zarokên me ji bo me can didin. Kobanê dilê çar parçeyên Kurdistanê ye. Azadiya Kurdistanê di Kobanê re derbas dibe. Em ê bi têkoşîna xwe re Kobanê û Kurdistanê azad bikin, Rêberê xwe jî ji girtîgeha lê tê ragirtin, rizgar bikin. Îro hemû kurd rabûne ser piyan û dibêjin 'Kobanê'. Kobanê bi vê hêzê wê tu carî li pêşberî dijmin serî netewîne."

(zt)