Jinên Kobanê banga 'Em di 25'ê Mijdarê de li Sînor bigêjin hev' kirin
10:39
JINHA
RIHA – Jinên Kobanê têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser jinê bang li hemû jinên cîhanê kirin û xwestin li ser sînor bigêjin hev. Jinên Kobanê anîn ziman ku jinên YPJ’î ji Efrîqê heta Welatên Rojhilata Dûr ji bo hemû jinên cîhanê têdikoşin.
Li Kobanê berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê di roja 63'an de berdewam dike. Jinên Kobanê yên hatin Pirsûsê têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê banga li ser sînor kom bibin kirin. Jinên Kobanê diyar kirin ku ger jiyanek rast û demokratîkbûnek mayinde li ser rûyê cîhanê dixwazin, wê demê divê li Kobanê bibin yek û piştevaniya Kobanê bikin. Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Kantona Kobanê Fevziye Abdî, polîtîkayên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û jinan şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş tunebûna jinan armanc dikin.
‘Jinan bi Şoreşa Rojava ji nûve tovê jiyana azad û demokratîk avêtin’
Fevziye, anî ziman ku jin her dem li dijî tundî, dagirkerî, şer û metîngeriyê û ji bo azadiya Rojhilata Navîn têdikoşin û wiha got: "Li Rojava jî heman feraseta zilam serdest bû. Lê piştî şoreşê dest pê kir, ev feraseta zilam hat guhertin û feraseta jiyana azad û avakirina demokratîk di pêşengiya jinê de pêş ket. Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012’an a li Kobanê dest pê kir, pergal hat guhertin û jinan bi Şoreşa Rojava ji nûve tovê jiyana azad û demokratîk avêtin."
‘YPJ bêtir bi hêz dibe'
Fevziye Abdî, da zanîn ku çeteyên xwedî feraseta zilam bi taybetî êrîşî jinan dikin û wiha berdewam kir: "Di serî de çeteyên El-Nusra û DAIŞ'ê ku li Rojhilata Navîn dixwazin serdestiya xwe pêş bixin, jinan ji bo xwe asteng dibînin û di serî de êrîşî jina têkoşer dikin. Li aliyê din ji bo têkoşîna jinan xurt bikin YPJ bêtir xwe bi hêz û rêxistin dike. Gelek jin beşdarî YPJ’ê bûn. Niha hêz û vîna meya ku bibe bersîva van êrîşan heye. Me niha pişta çeteyên DAIŞ’ê şikandiye. Ji ber ku dijminê me ji me ditirse serê jinên YPJ’ê jê dike û li pey erebeyên xwe kaş dike. Ev nîşan dide ku çete çiqas ji jinên kurd ditirse. "
'Jin li gelek qadan rastî tundiyê tên'
Fevziye Abdî, destnîşan kir ku jin di serî de rastî pişavtina ziman, çand, tundiya derûnî, zilam û dewletê tê û ji ber ji warê xwe dûr ketine pirsgirêkên derûnî dijîn. Fevziye, anî ziman ku jinên warê xwe terk kirine û niha di konan de dijîn gelek zor û zahmetiyên giran dijîn û divê piştevaniya wan a fîzîkî û derûnî bê kirin.
Fevziye, têkildarî 25'ê Mijdarê jî bang li hemû jinên cîhanê kir û xwest li ser sînorê Kobanê bibin yek. Fevziye, destnîşan kir ku jinên YPJ’ê ji bo jinên Efrîqa, welatên Rojhilata Dûr û hemû jinên cîhanê têdikoşin û xwest hemû jin li ser sînor tev li çalakiyan bibin.
Dayika 6 zarokan Naîle Îbrahim (40) jî anî ziman ku ji ber zarokê wê hebûn şervanên YPJ'ê ew bi zorê şandin û wiha got: "Hevalê min ê asayişê ez bi zorê şandim. Min hevalê xwe Perwin, Ferman, Hammudi, Rejber, Dogan, Cengiz, Seydo…hemû winda kirin. Ez niha ezabê wîjdan dijîm. Nikarim vê êşa xwe tarîf bikim. Diviya bû ku min Kobanê neterikandiya."
Ciwana 15 salî Berfîn Hecî ku li Konbajarê Arîn Mîrkanê dijî, li gel temenê xwe yê biçûk rêveberiya Konbajar daniye ser milê xwe. Berfîn, anî ziman ku wê zilma zilam a herî zêde di nava DAIŞ'ê de dît û wiha got: "Ez bi minasebeta 25'ê mijdarê bang li hemû jinan dikim. Li Kobanê berxwedanek heye. Ev berxwedan di pêşengiya jinê de pêş dikeve. Jinên ku dixwazin peyvir û berpirsiyariya xwe ya dîrokî pêk bînin divê di 25'ê Mijdarê de bên sinor."
Jina ciwan Midya Elî, jî anî ziman ku di nava xebatê çandê de cih digirt û rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin. Mîdya, da zanîn ku li Kobanê jiwanek wan a pir xweş û geş hebû, lê çeteyan hemû hezkirina wan a jiyanê kuşt.
Welatiyên Kobanê Emine Muhammed û Siltan Memo jî anîn ziman ku ji ber êrîşên çeteyan neçar man hatin Pirsûsê û xwestin hemû jin li mafê xwe xwedî derkevin û li dijî êrîşên çeteyan liser sînor bibin yek.
(zt)

