Yek ji damezrînerê YNK’ê Kemal Fûad jiyana xwe jidest da

11:10

JINHA


NAVENDA NÛÇEYÊN - Siyasetmedar û yek ji damezrînerê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Dr. Kemal Fûad ji ber nexweşiya penceşêrê şevê din li paytexta Almanya Berlînê jiyana xwe ji dest da.

Şiyasetmedar û yek ji damezrînerê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Dr. Kemal Fûad berî 3 salan bi nexweşiya penceşêrê ket û ji bo dermankirinê çû Almanyayê. Dr. Kemal Fûad li paytexta Almanya Berlînê li nexweşxaneya lê dihat dermankirin şevê din ji dest da. Dr. Kemal di sala 1930’an li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û di sala 1975’an ligel Celal Talabanî û hevalên xwe re YNK damezrandin. Dr. Kemal Fûad li sala 1991’an li ser tevgera YNK’ê bû parlamenterê Parlamentoya Herêma Kurdistanê û ji bo demekî kurt jî sala 2002’an bû serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê. Di heman demê de Dr. Kemal Fûad endamê polîtburoya YNK’ê bû. Her wiha gelek pirtûk li ser siyaset û dîroka Kurdistanê nivîsandine.

(zt)