Ji 7 salî heta 70 salî bi zincîra mirovan YPG/YPJ’ê silav kirin
12:27
JINHA
RIHA – Li gundên Mehser û Miseynterê yên Pirsûsê ji 7 salî heta 70 salî welatiyan ji bo zincîra mirovan ava kirin û dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin.
Li Kobanê berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê keta roja 63’yemîn. Ji bo piştgiriya şervanên YPG û YPJ’ê çalakiya zincirê mirovan a ku wekî kevneşopî tê lidarxistin jî li gundê Mehser û Miseynterê yên Pirsûsê hatin lidarxistin. Bi sedan nobedarên sînor berê xwe dan Kobanê, destên hev girtin û dirûşmên “Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê” “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Kobanê” “Bijî Serok Apo” “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Li gundê Mehserê di nava welatiyên ku berê xwe dana Kobanê ji zarokê 7 salî heta kalê 70 salî ji nasnameyên cuda destên hev girtin û heman dirûşm berz kirin. Di heman demê de tespîtên ku ji aliyê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan ên ji bo berxwedana Kobanê kiriye jî bi dengî hate guhdarkirin.
Li herdu gundan jî di bin barenê de bi xwendina sirûda “çerxa şoreşê” rêz hate girtin û bi zîncirên hatin avakirin berxwedana Kobanê hate silavkirin.
(zt)

