Ji bo şervanê YPG'ê Ekrem Bîlge mewlûd hate xwendin
13:15
JINHA
RIHA - Li ser sînor ji bo şervanê YPG'ê Ekrem Bîlge (Diyar Bagok) mewlûd hate xwendin.
Şervanê YPG'ê Ekrem Bîlgen (Diyar Bagok) ê di encama şer û pevçûn li Kantona Kobanê de 40 roj berê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata wî yê li ser sînor dimîne de mewlûd hate dayîn. Berxwedêrên li ser sînor bi dehan welatî tevlî mewlûdê bûn. Li qada mewlûd lê hate xwendin de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji destdane hatin daliqandin.
Li qada mewlûdê tim dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Rêber Apo", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê Kobanê" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Mewlûd ji aliyê meleyek Endamê Yekîtiya Oldaran ve bi kurdî hate xwendin.
Birayê şervanê YPG'ê Ekrem Bîlge, Ramazan Bîlge yê ji navçeya Qosera Mêrdînê hate ser sînor axaftinek kir. Ramazan anî ziman ku ew bi birayê xwe Ekrem serbilind e heya dawiyê ew ê şopdarê têkoşina azadiyê bi bin.
(zt)

