DAIŞ’ê girê çapemeniyê hedef digire

13:37

JINHA


RIHA – Çeteyên DAIŞ’ê girê Altintepeya ku xebatkarên çapemeniyê pevçûnên li Kobanê dişopînin hedef girt. Çeteyên ku roja borî topên hewanê avêtin vê carê jî bi doçkayan gulebaran kirin. 

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hemberî berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê her roj derban dixwe careke din xebatkarên çapemeniyê kir hedef. Çeteyên DAIŞ’ê girê Altintepeya li hemberî Kobanê ye û xebatkarên çapemeniyê ji wir pêvçûnên li Kobanê dişopînin gulebaran kirin. Saet di 12.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi doçkayan gir gulebaran kirin û guleyên doçkayê 50 metre durî xebatkarên çapemeniyê ket. Guleya ku ji vir pekiya bû sedema tirsê. 

Ev li dijî xebatkarên çapemeniyê êrîşa yekemîn nîn e. Di 12’ê mijdarê de jî beriya Walîtiyê Rihayê Îzettîn Kuçuk bê herêmê li nêzî girê navborê 3 caran topên hewanê hatibûn avêtin. Kuçuk ji rojnamegeran re têkîldarî hewanên hatibûn avêtin gotibû “Di çarçoveya quralên angajmanê de dê bersiv bê dayîn” lê ne ji bo wî êrîşê ne jî ji bo vê êrîşê bersiv nehat dayîn. 

(zt)