Jinan bo 25’ê Mijdarê banga bilindkirina agirê berxwedanê kir
15:08
JINHA
AMED – Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat ya Amedê starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gel jinên Êzidiyên li Kampa Şengalê dimînin bi hev re dan. Jinan îsal 25’ê Mijdarê di kesayeta Arîn Mîrkan, Kader Ortakaya û Reyhaneh Jabbari de atfî hemû jinên berxwedêr kirin û gotin: “Em ji bo selmkirin û bilind kirina smebola berxwedan jinan ya ku ser koka xwe ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn şînbûyî û bilindkirina agirê berxwedana 25’ê Mijdarê herkesê vedixwînin qadan.”
Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat ya Amedê (DOKH) bi boneya dayîna starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Berxwedana li Hemberî Şideta ser Jinan ya Navnetewî li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê hatin bahev û çun Kampa Şengalê ya li Herêma Fîdanligê ya girêdayî Şaredariya Yenîşehîrê. Din ava kampê de despêkê jiana meş kirin û paşê jî daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxunaniya ku ji aliyê DOKH’ê ve hatibû amade kirin de Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak, KESK, YDK, SKM, Meclisa Jinên Ciwan ya DUO-DER’ê, KESKESOR LGBTI, ÎHD, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal û hijmarek mezin jin amadebûn. Di axuyaniya ku jinên Êzidî jî beşdarbûn de panqart “Azadiya jinan azadiya Şengalê ye, dê çeteyên DAIŞ’ê hesabê bidin” hat vekirin. Di daxuyaniyê de duruşmên weke “Jin jiyan azadî”, “Jin azad nebe Şengal azad nabe” û “Bijî berxwedana YPJ’ê” hatin bilind kirin.
‘Êrîş tekoşîna me mezin dike’
Ser navê hemû jinan ji Komeleya Jinan Cerenê Şukran Mizrak daxuyanî xwend. Şukaran balkişand ser pergala hişmendiya mêran û wiha got: “Dê li jemberî şidetê tekoşîna me îdeolojîk be. Em jiyana ku bi her awayî hişmendiya mêran mudaxele kiriye û destê xwe avêtiyê naxwazin. Niha şideta herî dijwar ya ser nasnameya jinan bihaneya bilindkirina tekoşîna meye. Bersiva van êrîşan ya herî bi wate jî ji Rojava tê. Dishilatiya mêran ya ji rêxistina jinan ditirsin. Îro li Kurdistan, Filistîn, Arjantîn û Hindistanê şoreşa Jinên Rojava silav dikin.”
‘Sekin û çalakiyên van jinan ji bom e tevan bûne ronahî’
Şukran wiha dom kir: “Di sala 1960’an de bi xwînxwarane Mirabel kardeslerini û di sala 2012’an de jî li Parîsê Sakîneyan pêşenga tekoşîna azadiyê qetilkirin. Îro li hemberî tecawizciyên êrîşkar Reyhaneh Jebbari tekoşîna cewheriya bê hempa dide. Bi berxwedana jinên weke Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya berxwedana Kobanê giyan dibîne. Berxwedana van jinan ji bom e hemûyan ronahî bilind kirine, deshilatdar jî tirsandine. Em îsal 25’ê Mijdarê di kesayeta Arîn Mîrkan, Kader Ortakaya û Reyhaneh Jabbari de atfî hemû jinên berxwedêr dikin. Em ji bo selmkirin û bilind kirina smebola berxwedan jinan ya ku ser koka xwe ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn şînbûyî û bilindkirina agirê berxwedana 25’ê Mijdarê dixwazin her kesê vexwînin qadên berxwedanê.”
‘Heger Xwişkên me yên Êzidî nebin ev ax bedew nabe’
Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak jî balkişande ser rola jinên Êzidî di vê erdnîgariyê de û wiha got: “Heger Şengal nebe Kurdistan bedew nabe. Dê Şengal û Kobanê azad bibin û dê çavkaniya berxwedan û azadkirina wan ya herî sereke jî jin bin. Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kobanê jin bûn sembola berxwedanê. Divê di aliyê wijdanî de her kes li gel xwişk û birayên me yên Kobanê û Şengalê cîh bigirin. Xwişkên me yên Êzidî li vêderê ne tenê ne. Em dizanin rojên gelek giran derbaz kirin, lê niha li gel xwişkên xwene û dibin ewlehiyê denin. Tenê daxwaza min ji we em bi hev re bibin yek û hev bigirin. Ev ax ya me tevane û xwişkên me yên Êzidî nebin ev ax bedew nabe.”
(zt)

