Rûyê jinan ê bajêr (DOSYA 1)
08:54
Jinên Agiriyê: Ji bo di jiyanê de bi awayekî aktîf rol bigirin têkoşînê didin
Gulşen Koçuk / JINHA
AGIRÎ- Li Agiriyê ku întiharên jinan, tundî û îstîsmara zayendî ya li hemberî jinan û zarokan ku dixwazin bi destê muahafazakaran bikin wek çandekî, jinan ji rêvebirên jin ku rêveberiya wan dikin hêzê digirin. Li bajrê ku di aborî, civakî û siyasetê de pêşiya jinan tê girtin, di tenduristî û perweredyê de pêşiya wan tê girtin. Jinên bajêr jî dixwazin li dijî van pêkanînan bi awayekî aktîf bikevin jiyanê. Jinên agiriyê ku pirsgirêkên bajêr anîn ser ziman, daxwazên xwe jî anî ziman.
Pirsgirêkên jinan ku gerdûniye, li herêmê jî bajar bajar ev pirsgirêk her çiqas cûda derkeve pêş jî, hebûna xwe didomîne. Pirsgirêkên ku ji aliyê jinan ve tê jiyîn bi şeklên cûda berdewam dike. Ji van bajaran yek jî Agiriye. Li Agiriyê jî feodalîzim herî zêde li ser jin û zarokan çewisandinê pêk tîne. Li bajêr hêjî jin di bin çewisandina jinan de ne. Li Agiriyê hinek jin di nav çar dîwaran de tên hepiskirin, yên ku derdikevin derve jî qada wan a jiyanê tê tengkirin. Ji ber vê vê rewşê jin xwe întihar dikin. Jinên ku bajêr bi rêve dibin û jinên xwediyê bajêr der barê çareserkirina pirsgirêkên ku jin dijîn de rêbazên çareseriyê pêk tînin.
‘Jin hem tên mêtîngerkirin û hem jî rastî tundiyê tên’
Ji jinên Agiriyê Ayfer Bîrlîkler da zanîn ku li ser jinan rant tê kirin û wiha got: “Di esasê xwe de jin têkoşînek mezin didin. Jin tên mêtîngerkirin û rastî tundiyê tên. Jin azad nînin. Divê beriya her tiştî jin xwediyê vîna azad bin, pêşiya wan bê vekirin û divê jin tiştên ku dixwazin bila bikin û li ser wan tu çewisandin pêk neyê. Divê jin bi her awayî bên agahdarkirin.”
‘Em êdîg tundiyê naxwazin’
Jina binavê Perîhan Mahmutoglu jî anî ziman ku li Agiriyê jin di bin çewisandina mêran de ne û wiha got: “Li Agiriyê ji ber ku jin her tim li pişt perê hatine hîştin, xwe pêş nexistine, ji ber vê sedemê emdixwazin, jin bixebitin, bigerin, agahdar bibin û zarokan bi awayekî rehet perwerde bikin. Em êdî tundiyê naxwazin. Bila qadên me yên parkê hebin. Em di televizyonê de jî dibînin ji du rojan carek du jin tên qetilkirin. Em dixwazin ev yek êdî bi dawî bibe.”
‘Dixwazin jin tenê bibin hevjin û zarokan xwedî bikin’
Midûryeta Çandê û Civakî ya Şaredariya Agiriyê Nurhan Karadag jî anî ziman ku jiyana jinan tenê bi zarok û jiyana malê re hatiye sînorkirin û wiha got: “Ji bo ku van pirsgirêkan bên çareserkirin hewldanên wan hene. Di nava projeyên Şaredariyê de projeyên ku jin xwefînanse bikin û li ser lingên xwe bisekinin jî hene. Jinên ku bi keda destê xwe hilberînên ku çêdikin, ji bo ku derfetên firotina van hilberînan pêk bê xebat tên meşandin. Ji bo ku jin xwe hinek din karibe xwe îfade bike û xwe rehet hîs bike, em difikirin ku qadên civakî ava bikin. Em xebatê vê yekê didin meşandin.”
‘Hemû karan jin dikin lê dîsa jî zehmetiyên aborî dijîn’
Jina bi navê Saniye Duman Çelîk da zanîn ku pirsgirêkên jinan pir in, hemû zehmetî û êşan jin dikişînin û jin xwedî maf nîn in. Çelîk bilêv kir ku ji bo jin xwe fînanse bikin pêwîstiya kar heye û wiha got: “Jin dibêjin hevserên me 9 mehan li cem me nîn in, li metropolan dixebitin. Jin li metropolan jî zehmetiyan dikişînin. Zivistanan hemû karan jin dikin û lê dîsa jî zehmetiyên aboriyê dijîn.” Daxwaza jinan ew e ku atolyeyên jinan bên vekirin.”
Duman diyar kir ku pirsgirêkeke jinan ya herî mezin jî ew e ku li gelek taxan tiryak tê firotin û zarokên 7-8 salî tiryakê bi kar tînin. Duman anî ziman ku bonzaî û tiryak li dikanan jî tên firotin û dayikên ku zarokên wan tiryak bi kar tînin di rewşên xirab de ne û di vê mijarê de pêwistiya wan bi alîkariyê heye.
‘Jin li derveyî civakê tên girtin’
Hevseroka Şaxa Egîtîm Sena Agiriyê Semra balkişand ser zehmetiyên ku jin dikişînin û destnîşan kir ku li hember jinan pêşdazarî heye û wiha got: “Jin li derveyî jiyana civakî tên girtin. Pêşdazariya ku jin li derveyî jiyana civakê tê hiştin hêdî hêdî ji holê radibe. Bi rastî jî jin, di warê siyasî de bi awayekî cidî tevli jiyana civakî dibin. Bêguman dema vê yekê dikin, bi awayekî aktîf di jiyana rojane de cih nagirin.” Semra diyar kir ku pirsgirêke ku jin dijîn yek jî jê pirsgirêka ‘perwerdehiyê’ ye û wiha got: “Ji ber pergala heyî jin girîngiyê nadin perwerdehiyê. Kolan tijî mêr in. Ji ber sedemên aborî û cemaetan di kolanan de jin kêm in.”
‘Jin tên kuştin’
Semra da zanîn ku bi taybet jî li navçeyên Agiriyê întîxarên jinan zêde ne û der barê mijarê saziyên civakî rapor amade dikin û wiha pê de çû: “Dibêjin întîxar, lê di esasê xwe de jin tên kuştin. Ji ber ku jin zextan qebûl nakin û serî natewînin bi întîxarê re rû bi rû tên hiştin. Eger jin polîtîk bibin dê bêtir tevli jiyana civakî bibin. Jin her tim dixebitin, lê di maf xwestinê de di plana duyemîn de dimînin.”
‘Xebatên perwerdehî û aboriyê girîng in’
Semra derbirî ku di çareseriya pirsgirêkên jinan de xebatên perwerdehî û aboriyê girîng in û wiha axivî: “Ev hikûmet di bin navê piştgiriya aboriyê, lîstikên wekî pereyên zarokan û lîstikên qirêj yên din ve jinan mecbûrî xwe dihêlin. Ev pirsgirêk dikare bi afirandin û pergaleke ku jin aktîf bibe, dik eda xwe de xwedî gotin be, jiyanê ava bike ve çareser bibe.”
‘Jin dixwazin ji malê derkevin’
Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay nêzî 3 meh in li bajar hevşaredartiyê dike, behsa pirsgirêkên jinên Agiriyê kir û wiha got: “Serkeftina me, serkeftina jinan e. Beriya her tiştî jin dixwazin ji malê derkevin. Me ev rewş demên borî tespît kiribû. Me soz dabû jinan û em jinan tenê nahêlin, em ê bibin yek û bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.” Kubîlay anî ziman ku pirsgirêkên jinan yên wekî; perwerdehî, aborî, siyasî û civakî hene, li aliyekî pergal û li aliyê din jî civak li hember jinan zextan dimeşînin.
‘Ji pirsgirêkan pirsgirêka herî mezin bêkariye’
Makkadest di axaftinên xwe de balê kişand ser pergala hevşaredariyê ku ji aliy DBP’ê ve jî pêk tê û wiha got: “Bi vê pergalê tê xwestin ku jin ji hûndir derkevin derva, ev parçeyek vê yekê ye. Li Agiriyê pirsgirêkê jinan yek jî bêkariye. Jin dixwazin di aboriyê de jî rol bigirin. Bi pergala hevşaredarbûnê pirsgirêkên jinan ên kar jî tê çareserkirin. Di navavan projeyan de kooperatîfên jinan, şêwirmendî û çand jî hene.”
‘Divê ku em bizanibin ger jin tunebe jiyan jî tune ye’
Mukaddes anî ziman ku di têkoşîna jinan de beriya her tiştî divê jin bi xwe re eleqeder bibin û wiha dom kir: “Divê ku em bizanibin ger jin tunebe jiyan jî tuneye. Bi rastî jî azadiya civakê di destê jinan de ye. Jin mecbûre ku xwe, malbat û civakê pêş bixe. Divê di vê mijarê de jî bi xwe bawer bibin. Yê ku civakê azad bike û jiyanê xweşik bike jin in. Jin tenê wekî amûrê xebatkarê malê û anîna zarokan tên dîtin. Ji bo pirsgirêka jina bê çareserkirin, hişmendîkirina jinan û perwerdekirina jinan girîng e.”
Sibê: Colemêrg
(aw)

