Di 12 saliya xwe de zewicî û zincîra koletiyê bi Bêrîvan re şikand

10:23

Nurcan Yalçın / JINHA


ŞIRNEX – Yek ji jinên di zarokatiyê de hetine cewicandin Zekiye Akdogan e… Hîna 12 salî bû bi mêrek 10 salan ji xwe mezintir re zewiciye. Dema ku zewiciye zewac weke lîstokekê dizanî. Niha 50 saliye û dayîka 8 zarokane. Zekiye dema ku tevgera jinan naskirî 18 salî bû û dayîka zarokekêbû. Zekiye wiha dibêje: “Ez ser xeta ku Bêrîvan ji bo jinên Botanê xîz kirî meşiyam û heta nefesa dawiyê ya temenê xwe ezê ser vê xetê berdewam bikim.”


Mînakên ku îdeolojiya hişmendiya mêran bê wate kirin hatin jiyîn. Yek ji dîmenên heman hişmendiyê aniyî jî zewaca di temenê biçukdeye. Li herêmê jî mirov bi zêdehî rastî zewaca di temenê biçuk de tê û ev jî darbeke hişmendiya mêran li berçavan li jinan xistiye. Zarok hîna zarokatiya xwe jiyan nekirî mehkumî mêrekê dikin. Weke li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Zekiye Akdogan ya 12 salî zewicandî, 17 salî regl bûye û 18 salî jî bûye dayîk. Zekiye niha 50 saliye û dayîka 8 zarokane. Zekiye ya ku jiyanek ji zoriyan dagirtî jiyan kiriye di zarokatiyê de çî jiyankiriye û heya van rojan çawan hatiye vedibêje.


‘Min zewac weke lîstokekê dizanî’


Zekiye diyar kir ku malbata wê gelek giringî dida wê û hemû xwişk û birayên wê û wiha got: “Dema ez zewicîm, min di derbarê zewacê de tuştek nedizanî. Hevserê min 10 sal j imin mezintirbû. Her roj deh caran ez direviyam mala bavê xwe, cardin mala hevserê min ez paşde vedigerandim. Ji ber temenê xwe yê biçuk min tuştek nedizanî. Xesiya min jî gelek bi serê min di anî. Her tuşt ji bom in mîna lîstokan dihat. Ez difikirîm ku ‘Ezê biçim li wê hinek bilîzim û carekdinê vegerim mala xwe.’ Ji ber min zewac û hevser nedizanî çiye her dem ez direviyam.”


Piştî zewacê 5 salan ez regl bûm’


Zekiye da zanîn ku piştî zewiciye 2 salan ew ji gund hatine bajar, piştî li Cizîrê dest bi jiyanê kirine nû ketiye di ferqê de ku zewac lîstok nîne û wiha domand: “Piştî hatina min ya Cizîrê ez nû ketim di ferqa hinek tuştan de. Hevserê min baş nêzî min dibû heya niha tucarî ser min zorî nekiriye. Piştî 17 saliyê regl bûm zaroka min ya despêkê çêbû. Piştî wê her sal zarokek min çêbû. Niha 7 kur û keçek min heye.”


‘Bi hişmendî kirina jinan giringe’


Zekiye wiha berdewam kir: “Ez di temenê biçuk de zewcîm, lê ezê keça xwe di temenê biçuk de nezewicînim. Berê de dayîk û bavên m eme bi zewicandin, bi yekî çawan re dizewicînin pir lê nedinêrî. Temenê wan biçukin, mezinin, rewşa wan ya madî çawaye ne dipirsîn hema didan. Hîna niha jî zarokan di temenê biçuk de dizewicînin. Lê ez li dijî zewaca zarokame. Çî dayîkên dibînim her dem vê amujgariyê li wan dikim. Di temenê biçuk de keçên xwe nezewicînin. Ezê keça xwe di temenê biçuk de ne zewicînim. Bila ew jî weke min ji bo bilindkirina tekoşîna jinan bixebite. Ez ne li dijî zewaca jinanim lê ji bom e hişmendî kirina jinan giringe.”


‘Min ji tekoşîna xwe gav paşde ne daye’


Zekiye anî ziman ku wê di temenê 18 saliyê de tekoşîna jinan ferq kiriye û wiha berdewam kir: “Piştî zaroka min ya despêkê welidî min nû dest bi tekoşîna dayîna hişmendiya jinan kir û ji wê rojê heya niha berdewam dikim. Piştî min din ava xebatan de cîh girt ez rastî tundiya dewletê hatim. Di sala 1990’an de hevserê min ket girtî gehê. Di aliyê madî de min jî zoriyên mezin jiyan kir. Lê min ji doza xwe gav paşde ne avêt. Di rêya tekoşînê ya Bêrîvanê ji jinên Botanê re xêz kirî de meşiyam. Heta nefesa xwe ya dawiyê jî ezê di wê riyê de berdewam bikim.”


 (zt)