Cenazeyê şervanên YPG û YPJ'ê ji Amedê hatin oxirkirin
10:34
JINHA
AMED - Cenazeyê şervanên YPG-YPJ'ê Dîlan Yalçinkaya (Dîlan Garzan) di 12'ê mijdarê di şerê Kobanê de jiyana xwe ji dest da ji Rihayê anîn Goristana Yenîkoyê ya Amedê. Cenazeyê 4 şervanên YPG û YPJ ê Sîdar Yayik (Welat Amed) (19),Vedat Subaşi (Cudî Welat) (25), Erdînç Kep (Dijwar Cudî) (19) şevê din ji Amedê ber bi bajarên wan we hatin rêkirin.
Cenazeyê şervanê YPG û YPJ'ê ku di encama şerê Kobanê yê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji aliye MEYADER'ê ve ji deriyê sînor ê Mûrşîtpinarê hatin girtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyê 4 şervanen YPG û YPJ'ê ji Pirsûsê ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edliyê ya Rihayê. Piştî otopsiyê rêveberên MEYADER'ê cenaze li Ava Petrolê wergirtin û anîn Goristana Yenîkoyê ya Amedê. Cenazeya şervana YPJ'ê Dîlan Yalçinkaya şandin Bedlisê, cenazeyê şervanên YPG'ê Erdînç Kep şandin Wanê,, cenazeyê Vedat Subaşi şandin Mûşê û canazeyê Sîdar Yayik dê goristana Yenîkoya Amedê saet di 11:00'an de bê definkirin.
Cenazeyê şervanên YPG û YPJ'ê bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Şehîd namirin" hatin oxirkirin.
(zt)

