Bi hêviya dîtina bavê xwe ji ber TV'ê ranabin
10:42
JINHA
RIHA - Fatma Huseyîn a hevserê wê şervanê YPG'ê ye, bi pereyê xwe yê dawî televîzyonek kirî û li benda nûçeyên xweş ên ji Kobanê ye. Zarokên ku bavê wan li Kobanê şer dikin jî, bi hêviya dîtina bavê xwe ji ber qenala Ronahî TV ranabin. Fatma Huseyîn got, "Pêwîstiya me ne bi xwarinê, bi nûçeyên xweş heye."
Fatma Huseyîn ku piştî destpêkirina şerê li Kobanê bi 8 zarokên xwe re li Wargeha ji Konan a Arîn Mîrxan a li Pirsûsê bicih bû, hevserê wê Şêx Mûhammed li nav refên YPG'ê şer dike. Fatma ku ji roja hatina Pirsûsê û vir ve ji bo vegerê li benda nûçeyeke xweş e, bi pereyê dawî yê li gel xwe re, televîzyonek kirî. Dayik Fatma a bi zarokên xwe re li ber televîzyonê ye, ji Ronahî TV ya bi kurdî, îngilîzî û erebî weşanê dike, rewşa li Kobanê dişopîne. Fatma Huseyîn da zanîn ku wan pereyê daye televîzyonê dikarîbû 3 mehan debara xwe li Kobanê pê bikira û anî ziman ku ji bo wan a girîng ne xwarine, ji bo vegera Kobanê nûçeyeke xweş e.
Ji ber televizyaonê ranabin
Fatma da xuyakirin ku di dema nûçeyan de cîran û xizmên wan tên bin konê wan û destnîşan kir ku ji bo vegera li Kobanê ew li benda nûçeyek xweş ji YPG û YPJ'ê ne. Keça 17 salî Narîn Şêx Muhammed diyar kir ku her çend li binê konan bersiv ji hemû pêwîstiyên wan re tê dayîn jî, ew dixwazin demek berî demekê vegerin. Narîn bal kişand ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê û ragihand ku ew naxwazin êdî hikûmeta Tirkiyeyê di ser wan de siyaset bike, pêwîstiya wan jî bi alîkarî û desteka nimûneyî nîne. Narîn bûyerên li Kobanê ji nêz ve dişopîne û li benda nûçeyek ji bo vegera li xaka xwe ye. Narîn da zanîn ku vegera li Kobanê tê kirin û nûçeyên xwe hêdî hêdî digihêje wan.
(zt)

