'Çeteyên ketin tengasiyê dibe çekên kîmyewî bi kar bînin'
10:51
JINHA
RIHA – Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo bal kişand li ser mijara ev du mehan zêdetir e li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedan didome û çete tengav bûne ev tişt anî ziman: “Êrîşên çeteyan hatin şikandin. Dibe ku çekên kîmyewî bi kar bînin, em bi fikar in. Dema dikevin tengasiyê seri li van riyar didin. Berê j îli hemberî şervanên me bi kar anîn. Ji ber vê yekê banga me ji hemû cihanê ye; Çeteyên ku tengava dibin dikarin seri li vê rêbazê bidin. Ji ber vê yekê divê korîdora mirovî bê vekirin. Ji bo em sivîlên xwe bikaribin biparêzin û li dijî çeteyan bisekinin pêwîstiya me bi alîkariyê heye.”
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê Kobanê bi pêşengiya şervanên YPJ û YPG’ê ev 64 roj in bênavber berxwedana xwe ya dîrokî didomîne. Hemû bijarteyên li kantonê jî çek hilbigirtine û berxwedan her diçe xurtir dibe. Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo yê ji ajansa me re axivî diyar kir ku beriya ku çete êrîşî kantona wan bikin êrîşî gundan kiribûn lê encamek nekarîbûn bi dets bixin. Îbrahîm got ku çete bi çekên giran ên ku li cihê dagirkirine desteser kirine ve êrîşî Kobanê kirine. Îbrahîm got ku derûdorên xwe dispêrin dewletan jî nekarîn li ber xwe bidin lê gelê kurd bi pêşengiya hêzên YPJ û YPG’ê li ber xwe dan.
‘Em têkoşîna xwe bi îradeya xwe ve dimeşînin’
Îbrahîm got ku gelek gundên wan hatine wêrankirin û şewitandin, der barê aqûbeta gundên wan ên ketine destnê çeteyan agahiya wan tuneye û li taxên rojhilat û başûr ên Kobanê yên ji aliyê çeteyanv e hatine dagirkirin jî hatine wêrankirin, lê berxwedanê çete daye rawestandin. Îbrahîm bilêv kir ku gelê kurd bi berxwedana Kobanê ve bûye rojeva yekemîn a cihanê û di navbera kurdan de j îli çar parçeyan yekîtî pêk hatiye. Îbrahîm bal kişan sivîlên li Kobanê jî û got ku ligel daxwazên wan ên korîdor bê vekirin jî hêj bersiv nehatiye dayîn û wiha berdewam kir: “Di destên me de çêkên me yê ku em bikaribin li dijî çeteyan rawestin nîn e. Em têkoşîna xwe bi îradeya xwe ve dimeşînin. Em tenê dikarin piştgiriya hewayî bigirin. Ev jî sûdê dide berxwedanê lê ji ber ku çekên giran nîn e ev gelekî zorê dide hêzên me. Ji bo ku hêzên me bikaribin gelê Kobanê û gelên Sûriyeyê li dijî çeteyan biparêzin pêwîstî bi çekên giran heye. Ligel hemû bêderfetiyan berxwedana Kobanê bi bîryarî didome.”
Îbrahîm got ku berxwedana YPG û YPJ’ê hiştiye ku çete paşve gav bavêjin û çete ligel taqwiyeye jig elek navendan tê li hemberî YPG û YPJ’ê nikarin xwe bigirin. Îbrahîm anî ziman ku ev bi fikar in ku çeteyên li Kobanê tengav bûne di êrîşan de guhertinina bikin û ev bangawazî kir: “Wekî berê em fikar in di êrîşan de çekên kîmyewî bi kar bînin. Berê jî li dijî şervanên me bi kar anîbûn. Dema tengav dibin berî li vê riyê didin. Di laşê hevalên me yên şehîd ketin de şawet û cihên sorbûbûn hebûn. Madên wan li hev diket. Em bi fikar in ku careke din çekên kîmyewî bi kar bînin. Ji ber vê yekê em bang li hemû cihanê dikin; dibe ku çeteyên tengav dibin seri li vî rêbazê bidin. Ji ber vê yekê divê korîdora mirojî di demeke kin de bê vekirin ku em sivîlên xwe biparêzin li dij î çeteyan bisekirin ji ber vê yekê pêdiviya me bi alîkariyê heye.”
‘Em li Kobanê li sar navê mirovahiyê têdikoşin’
Îbrahîm got ku li çarparçeyên Kurdistanê di nava vê berxwedanê de cih girtine û Kobanê li ser piyan girtine û jibilî gelê kurd tu hêzan li hemberî çetayan nesekinîne. Îbrahîm anî ziman ku ew li dijî çeteyên DAIŞ’ê tenê ne ji bo gelê kurd ji bo hemû mirovahiyê şer dikin û weha berdewam kir: “Hemû cihan dizane ku çeteyên DAIŞ’ê dijminê mirovahiyê ne û jibilî talanê tiştekî nakin. Li dijî van çeteyan tenê gelê kurd li ber xwe da. Em li ser navê mirovahiyê têdikoşin. Ji bo jiyanê em mirinê digirin ber çavan. Em kurd, tirk, elewî, ereb, suryan dixwazin bi hevre bijîn. Em dixwazin li Sûriyeya demokratîk bijîn. Cudabûnê yan jî veqetandinê naxwazin. Hemû gel dixwazin di nava aştiyê de bijîn ji ber vê yekê em destên xwe dirêj dikin. Jibilî aştiyê jiyan ne pêkan e.”
Îbrahîm got ku roja destpêkê ya êrîşan wan bang li hemû cihanê kirine û lê tenê kurdên parçeyên din destên xwe dirêjî Kobanê kirine. Kurdo destnîşan kir ku hatina peşmergeyan a li Kobanê jî girîng bû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev ji bo yekîtiya gelê kurd a pêşerojê gaveke girîng bû. Li dijî êrîşan bû hêzeka hevpar. Hevalên me yên peşmerge yên li Kobanê şer dikin xwe ji Kobanê cuda nabînin. Birayên me ne. Bi me re di heman eniyan de şer dikin. Em jî bi vê ser bilind in. Ev ji bo yêkitiya kurdan gavek e.”
(zt)

