Heyeta Holanda: Divê Kanton bên naskirin û korîdor bê vekirin
11:01
JINHA
RIHA - Heyeta Hollandayê ya Partiya Sosyalîst ku çû sînorê Kobanê-Pirsûsê li gund û konbajaran serdan pêk anîn bertekên tund nîşanê hikûmetê da. Sekreterê Giştî yê Partiyê Hans Van Heîjnîngen û parlamenter Saadest Karabulut diyar kir ku di belavkirin alîkairyan de hikûmet polîtîkayek bêpergal dimeşîne û wiha got: “Em ê ji bo naskirina kantonan, vekirina korîdorê û ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin dê zextên li parlamentoya Ewropa û Hollandayê bikin."
Sekreterê Giştî yê Partiyê Hans Van Heîjnîngen û Sadet Karabulut derbarê serdanên xwe de ji ajansa me re axivîn. Hans got ev 3 roj in li bakurê Kurdistanê rewşa kesên koç kirine tespît dikin û got sedama hatina wan civîneke ku rêxistinên kurdan li Hollandayê pêk aniye. Hans anî ziman ku li Hollandayê 350 hezar ji civaka kurd-tirk hene û wek partî bi wan re dikevin têkiliyê û wiha wiha axivî: “Di civîna ku li Hollandayê pêk hatiye li ser sê mijaran hatin sekinandin. Hûn zanin PKK di lîsteya terorê de ye. Ev şermeke mezin e. Ji ber ku hewldana PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê li holê ye. Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê heye. Hewldana çareseriyê heye. Ev bo fêdeya tirk û kurdan e. Divê statuya kurdên Rojava bê nasîn. Ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin çi ji destê me bê em ê bikin."
Kurd bûn mînak
Hans diyar kir ku bi sed hezaran penaber mijara gotinê ne û ev rewşek xemgîniyê ye û ev tişt anî ziman: “Ev mirov mexdurên globaliya polîtîkin. Pêvajoya çareseriyê ya Bakur û rewşa Kobanê girêdayê hev e. Ji bo me her du mijar jî gelek girîngin. Ji bo her duyan jî çi ji destê me bê emê bikin. Li sînor derfetên me hene lê çi ji destê me bê emê bikin. Çavderiyên me yên çend rojan bandorek mezin li me kir. Têkoşîna Kurdan îlhamek mezin da me. Hewldana şaredariyên herêmên û saziyên pîşeyî, gel gelek girînge. Di esasê de kurd ji bo derdorên hevdem yên pêşveçûyî mînakek e."
'Li vir trajediya mirovahiyê tê jiyîn'
Hans diyar kir ku jibo piştevaniya bo Kobanê re gelek hewldanên wan hene û got ew ê pêşnûmepirsan pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê bikin û wiha domad: “Em ê bi ser hikûmeta Hollandayê de biçin. Em ê serî li Parlamentoya Ewropayê bidin. Ji bo vekirina korîdorê zextê li dewleta tirk bikin. Dewleta tirk di meseleya Sûriye û kurdan de rolek adîlane nalîze. Ya ku min matmayî dike jî bêpergala di belavkirina alîkariya bo penaberan e. Li vir bi rastî jî trajediyek mirovahiyê heye.”
Divê piştgiriya Kobanê xurt bibe
Parlamenter Sadet Karabulut jî got gelê kurd li dijî êrîşên dijwar têkoşînek mezin dimeşîne û di nava piştevaniyeke mezin de ne. Sadet anî ziman ku ji bo ew piştgiriyê bidin vê berxwedanê hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Her çiqas gel xebatên piştevaniyê bimeşînin jî ev têr nakin. Li kobanê li dijî çeteyan têkoşînek mezin tê dayîn. Ji qada navneteweyî alîkarî nayê. Ev rewşeke ku bê qebûlkirinê nîne. Dema em vegerin Hollandayê em li hikûmetê israr bikin. Divê demildest alîkariyên mirovahî bên kirin. Divê hewcedarî bê çareserkirin. Divê hikûmeta AKP’ê êdî dest ji van polîtîkayên dijminahiyên yên li dijî gelê xwe dest berde. Divê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd cidî bigire. Di vê noqteyê de hevdîtin didomin. Divê ev cidî bê girtin.”
(zt)

