Ji endamên DOKH’ê yên li sînor bangawaziya 25’ê Mijdarê

11:07

JINHA


RIHA - Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) dê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hemberî Jinan li xeta sînor a Pirsûs û Kobanê be. Jinên DOKH’ê nirxandina “Azadiya Kobanê azadiya jinan e” kirin, anî ziman ku şervanên YPJ’ê li dijî şîdeta li hemberî hemû jinên cihanê têdikoşin. Jinên DOKH’ê bang li hemû jinên cihanê kir. 

Endamên DOKH’ê dê di 25’ê Mijdarê de ji bo berxwedana YPJ’ê silav bikin dê li sînorê Kobanê û Pirsûsê bin bi şîara “Ji xwîşkên Mîrabel heta Sakîneyan am li Kobanê Arîn in li dijî sînor Kader in” rêzeçalakiyan pêk bînin. Endamên DOKH’ê bang li hemû jinên cihanê kirin û xwestin tevli çalakiyên dê li gundên sînor bêl lidarxistin bin û diyar kirir li dijî şîdeta li dijî jinan azadiya Kobanê azadiya jinan e. 

‘Em bi jinên Kobanê re di nava piştevaniyê de ne’


Hevşeradara Hawelê ya Rihayê Fatma Dogan diyar kir ku li Rojhilata Navîn şîdeta li dijî jinan di asta herî jor de ye û li dijî şîdeta li hemberî jinan bi berxwedanan YPJ’ê li Rojhilata Navîn şoreş pêk hatiye. Fatma bilêv kir ku çeteyên DAIŞ’ê di bin navê ol de şîdetê pêk tînin li dijî vê jî şervanên YPG û YPJ’ê têdikoşin û wiha berdewam kir: “Em bi jinên Kobanê re di nava piştevaniyê de ne. Em şîdet, sîstema feodal, sîstema baviksalar û zilma li dijî jinan şermezar dikin. Ji bo vê jî ji bo silavkirina YPJ’iyên li dijî zilmê serî hildane em ê li sînor bin û dê ji bo vê yekê xebatên me hebe.” Fatma destnîşan kir ku YPJ bi berxwedana xwe ya li dijî şîdetê bi hemû cihanê xwe daye naskirin û şoreşa bi pêşangiya jinan ve YPJ’ê xwe nîşan daye. Fatma bang li hemû jinan kir kul i dijî zilma li Rojhilata Navîn pêk tê bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin berxwedanê.

Xebatkara Mala Piştevaniyê ya Jinê ya Jiyanê ya Rihayê Fatma Kurtgozu jî diyar kir ku navê jinan nîn e, jin wekî çîna duyemîn tê dîtin û li Rojhilata Navîn cara yekem e bi berxwedana jinên kurd hate nîşandan ku jinên cihanê jî dikarin şer bikin. Fatma bilêv kir ku jinên kurd ji nişkave li Rojhilata Navîn derneketin holê û têkoşîna wan 30-40 sal in didome li hemû qadên têkoşînê bi zilaman de têkoşînên dimeşîne pêwîst be şer jî dike. Fatma da zanîn ku berxwedana jinan li Kobanê bi bi YPJ’ê re gihîşt asta herî jor û gelek qatlîam hatine jiyîn l êli dijî vê berxwedana jinan ji bo hemû kesan jî bûye îlham.

‘Jinên kurd hemû jinan diparêz in’

Fatma anî ziman ku bi berxwedana YPJ’ê derket holê ku jin di şer de her tim mexdûr nabin, malbat, zarok û axa xwe diparêzin û ev yek nîşanî hemû kesan dane û jinên kurd hemû jinan diporêzin û divê ji ber vê yekê xwedîlêderketina YPJ’ê jî hebe. Fatma got ku divê Kobanê ciheke biçûk a pevçûnê neyê dîtin û wiha berdewam kir: “Ev li dijî mudahaleya li hemberî jinan sekneke zelal e, berxwedana jinên Kobanê. Ji ber vê yekê jî divê xwedî lê bê derkitin. Li cihê şîdet heye berxwedan jî heye. Ji ber vê yekê jî xwedîlêderketin û bilidkirina vê berxwedanê pêwist e, destûr neyê dayîn ku bê fetisandin. Divê çi ji destên me bê em bikin.”

Endama PM a HDP’ê Gulay Koca Oztuk jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê jinan tune dike, li Kobanê jin li dijî şîdetê berxwedanake bêhempa nîşan didin. Gulay wiha got: “Li hemû Rojhilata Navîn li dijî çeteyên ku tirsê belav dikin em bûn şahid ku YPJ berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Dİ vê berxwedanê de gelek jinan bi canê xwe bedel dan. Ji ber vê yekê em ê di 25’ê Mijdarê de bi hemû jinan re dest bidin hev, bi vî rengî li sînorê Kobanê silavkirina jinan ji bom e girîng e. Em ê ji bo silavkirina hemû jinên li ber xwe didin û di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin li sînor bin.” 

Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Sevînç Îzol jî diyar kir ku şoreşa Kobanê şoreşa jinan e û êrîşên li dijî Kobanê êrîş ali dijî şoreşa jinan e. Sevînç bilêv kir ku ji ber vê yekê xwedîlêderketina Kobanê xwedîlêderketina şoreşa jinan e û wiha berdewam kir: “Ji bo ku bêhtir nêzîkî hevalên xwe yên jin ên li Kobanê li ber xwe didin bin çûyîna Pirsûsê girîng e. Em vê têkoşînê bi tevahî dibînin.” Sevînç got ku berxwedana YPJ’ê nîşaneya jiyandina nirxên li cihanê tên tunekirin e û divê berxwedana YPJ’ê wekî têkoşîna jinên cihanê bê dîtin, li Kobanê dê jiyana nû şîn bibe û azadiya Kobanê azadiya jinan e.

Banga xurtikirina berxwedanê

Xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Pirsîsê Havva Altug jî anî ziman kul i Kobanê û Şengalê jin pêşengiyê ji berxwedanê re dikin û bang li hemû jinan kir, xwest ji bol i cem berxwedêran bin û berxwedanê xurt bikin li sînor bin.

(zt)