Axa xwe ya di bin dagirkirina DAIŞ'ê de bû maç kirin û çun gund
11:25
JINHA
KOBANÊ - Gundê Aşmê yê Kobanê ku du mehan di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bû, ket bin kontrol û parastina gundiyan. Gundiyên Aşmê erdê gundê maçî kirin û derbasî nava gund bûn. Gundiyan destnîşan kirin, ku ew ê li dijî çeteyên li Kobanê derban dixwin, gundê xwe biparêzin.
Welatiyê Aşmê yê 30 kîlometre li rojavayê Kobanê ye, dema ketin nava gund li talana çeteyan rast hatin. Talana malan, derî û camên şikestî dîmenên destpêkê yên ku welatî lê rast hatin bûn. Welatiyên Aşmê ku di roja 13'ê îlonê de gundê wan yek ji gundê destpêke ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin bû, ji sînor derbas bûbûn û çûbûn cem xizmên xwe yen li gundê Aşmê yê navçeya Riha Bêrecûkê. Welatiyên ku bi qasî du mehan li aliyê din ê sînor li gundê xwe yê hat dagirkirin temaşe dikirin, hemû rîsk û xeterî dan pêş çavê xwe û vegeriyan gundê xwe.
Dîmenên talan û hesretê
Welatî di dema vegerê de erdê gundê xwe maçî kirin û ketin nava gund. Welatiyan yek bi yek malên li gund lêkolîn kirin û li gundê ji 50 xaniyan dîtin ku hemû cam û deriyên xaniyan hatine şikandin. Welatî dema li nava malên xwe geriyan, dîtin ku trakforên wan, jeneratorên wan û hemû eşyayên wan ên giranbuha hatine dizîn. Di dîmenên vegera gundiyan de kuçikên gund ên ji çeteyan xwe rizgar kiribûn bal kişand ku dema xwediyên xwe dîtin, li derdora wan lîstin. Welatiyan ragihandin ku heywanên wan ên li gund jî hatine dizîn.Welatiyan diyar kirin ku çete li derdora Kobanê civiyane û ji ber ku li Kobanê derbê dixwin nikarin vegerin. Welatiyan dan xuyakirin ku kontrola gund êdî di destê wan de ye û ew ê her tim biçin û bên û gundê xwe biparêzin.
'Xaka me pîroz e'
Osman Osman ê ji ser xetê derbasî gundê xwe Aşmê bû û piştî du rojan li gund ma vegeriya, diyar kir ku berî du mehan ji ber êrîşa çeteyan a bi tankan û çekên giran ew neçar mane derbasî cem xizmên xwe yên li ser xetê bibin. Osman anî ziman ku wî her tim rewşa gundê xwe şopandiye û wiha axivî: "Hefteya derbasbûyî min êdî îdare nekir û ez vegeriyam gundê xwe. Li dû min, hevalên min hatin. Me talana çeteyan li gundê xwe dîtin. Me bi çavên xwe tespît kirin ku ew diz in. Traktor, jenerator, heywan, çi tiştên me yên bi qîmet hebûn hemû dizîn. Mal talan kirin. Ji niha û pê ve em ê gundê xwe biparêzin. Çeteyan hêzên xwe li derdora Kobanê civandine û ji hevalan derbên giran dixwin. Em ê jî ji niha û pê ve ewlekariya gundê xwe bikin, gundê xwe biparêzin. Ji ber ku xaka me maçî kir, xaka pîroz e."
'Em ê gundê xwe biparêzin'
Hasan Karataş ê ji Aşmê ya Jêrîn e û ji Aşmê ya bin xetê zewiciye, ligel xizmên xwe ji binê xetê derbasî Aşmêya Jêrîn bûye û şahidî ji talan çeteyan kiriye. Hasan talan û diziya çeteyan anî ziman û da zanîn ku çeteyên li Kobanê ji hêzên YPG/YPJ'ê derbên giran dixwin, di nava hewldana rizgarkirina xwe de ne. Hasan anî ziman ku kêm be jî çete carna bi motorên biçûk tên diziya Aşmê û wiha got: "Em ê êdî gundê xwe yê li bin xetê biparêzin. Dema çete hatin em ê bersivê bidin. Me xaka gundê xwe maçî kiri û em ê êdî wê biparêzin."
(zt)

