2 jinên bi zorê revandibû qetolkir

11:30

JINHA


KOCAELΠ- Li Kocaeliyê kesekî bi navê Eren Ser du hevserên xwe yên revand û bi wan re zewicîbû bi tivingê qetil kir.

Eren Ser ê li semta Kûrûçeşme ya Kocaeliyê dimîne hevsera Fadîme Ser a 33 salî ku mehra fermî û Încî Ateş a 20 salî ku mehra olî pêre zewicîbûn û li heman malê dijiyan bi tivingê qetil kir. Hat îdiakirin ku kujer Ser piştî nîqaşê her du hevserên xwe qetil kir û ji cihê bûyerê reviya. Încî Ateş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, Fadîme Ser jî li nexweşxaneya Dewletê ya Seka ya Kocaeliyê jiyana xwe ji dest da.

(zt)