Di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de sivîlek jiyana xwe ji dest da

11:33

JINHA


KOBANÊ- Çeteyên DAIŞ'ê duh êvarê bi çekên giran êrîşî herêma Kobanê kirin, di encamê de sivîlê bi navê Ehmed Mihmed Îsmaîl jiyana xwe ji dest da. 


Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li ser Kantona Kobanê ya Rojava bê navber didome. Duh êvarî jî çeteyan bi çekên giran êrîşê herêma Kobanê kir, di encamê de sivîlê bi navê Ehmed Mihemed Îsmaîl yê 48 salî jiyana xwe ji dest da. Ehmedê ku di êrîşa rojavayê bajêr de jiyana xwe ji dest daye, ji gundê Xurxurê ê Kobanêye û bavê 6 zarokane. Ehmed di nava gelê herêmê de bi navê Kesko tê nasîn. Ehmedê bi giranî birîndar bibû, li nexweşxwenê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku cenazeyê Ehmet duh êvarê sipartin axê.


Çeteyên ku di çeperên şerde ji şervanên YPG û YPJ'ê derbarê giran dixun, di rojên dawî de bi çekên giran êrîşê navenda bajêr dike û berî  çend rojan cardin çete bi topên hewanê êrîşê Til Şeîr kiribû. Di encamê de 4 kes ku zarok jî di navde jiyana xwe ji dest dabûn û 16 sivîl  jî birîndar bibûn.


(rt/zt)