Nobedarên xeta sînor berxwedana Kobanê silav kirin

12:11

JINHA


RIHA – Nobedarên xeta sînor bi sloganan berê xwe dan Kobanê û serê xwe tewandin û bi dirûşman berxwedana Kobanê silav kirin. 

Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedana ku bi pêşengiya YPG û YPJ’ê li Kobanê pêk tê kete roja 64’an. Li Kobanê bi berxwedanê her roj çete darbeyan dixwin û li gundên Mehser û Miseynter ên li sînor jî roja destpêkê heta îro jî berxwedan bi girseyî didome. Zincîra mirovan a ku bû kevneşopî îro j îli herdu gundan hate lidarxistin. Welatiyên li gundê Miseynterê berê xwe dan Kobanê, destên hevdu girtin û li gundê Mehserê jî bi sedan nobedarê berxwedanê ber bi Kobanê serê xwe tewandin û bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê” “Bijî Serok Apo” berz kirin. Dîsa li herdu gundan jî rêz hate girtin û sirûda çerxa şoreşê hate xwendin. 

(zt)