Li Aksarayê tecawiz û gesp kirina jina ciwan
13:08
JINHA
AKSARAY - Li Aksarayê 2 kesan jina 17'e salî S.I revandin. Despêkê tecawiz kirin û bi kêra birîn kirin, pişter jî çanteyê wê gasp kirin.
Hate zanîn ku li Aksarayê duh di saetên şevê de, dema S.I'ya 17'e salî ji cihê kuaferê diçû malê, ji aliya du kesên ku nasnameya wan ne diyar ve hat revandin. S.l bi zorê xistin wesayîtê û revandine. Jina bi navê S.I piştî tecawiz kirine bi kêran serî û qirika wê birîn dikin û ew avêtine herêmek vala. Hat diyar kirin ku bersûcan çanteyê S.I jî gesp kirine. Ekîbên tendûristê bi hatina cihê bûyerê re mûdeheleya birînên wê kirin û ew rakirin Nexweşxwaneya Dewletê a Aksarayê û di derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn despêkirin.
(rt/zt)

