Li Edenê îdiaya jinekê întîhar kiriye
15:09
JINHA
EDENE - Li Edeneyê dayika 8 zarokan Remziya Toy li mala xwe darvekirî hate dîtin.Tê îdia kirin ku Remziye xwe întîhar kiriye.
Li Edeneyê dayika 8 zarokan Remziye Toy'ya 61 salî, li mala xwe darvekirî hate dîtin. Tê îdia kirin ku Remziye bi xwe întîhar kiriye. Li gorî agahiyan, bûyera vê sibê li taxa Anadoluyê ya girêdayî navçeya Yuregîr a Edeneyê pêkhatiye. Despêkê zarokên Remziye pê dihesin. Bi hatina dozgerê komarê û polîsan ve lêkolîn li cihê bûyrê dabûn despêkirin. Hate îdia kirin ku Remziye xwe întîhar kiriye. Cenazeyê Remziye ji bo lêkolînê birin Morgoya Saziya Tiba Adlî a Edeneyê, piştî lêkolînê li goristana Burukê hat defin kirin.
(rt/zt)
