Rûyê jinan ê bajêr (DOSYA 2)

08:41

JINÊN COLEMÊRGÎ: Di ferqêde bûyîn perwerde şert e!


Gulşen Koçuk / JINHA


COLEMÊRG: ji bo îdraqkirina pirsgirêkên jinan yên cur bi cur di cografiya û herêmê de gelek cûdahî hene. Ji bo wê jî li gelek cihan pirsgirêka jinê weke pirsgirêka fîzîkî tê dîtin, li hemberî anîna ziman ya pirsgirêkên jinan derxistina holê de astengiyên mezin yên zîhnî hene.  Yek ji van herêman jî Colemêrge… Civaknas Ozgul Dogan derbarê pirsgirêkên ku jin li Colemêrgê dijîn axivî û diyar kir ku ji bo ketina ferqa pirsgirêka pêwîstî bi perwerde, semîner, sînevîzyon û şahiyên cur bi cur heye. 


Dema ku mirov li seranserê cîhanê, Tirkiyeyê û herêmê dinêre dibîne ku di fêmkirina pirsgirêka jinan de pirsgirêk tên jiyan kirin û wek ku jin bi problemîn tên nîşandan ev yek jî yek ji pirsgirêkên ku dibin asteng li pêşiya têkoşîna jinan. Dinava pirsgirêkên jinan de bi her awayî şîdet yên weke; “psîkolojîk, fîzîkî, zayendî, aborî, civakî û hwd.” Têgeha şîdetê dinava civakê de tenê weke pirsgirêka fîzîkî hatiye destnîşan kirin. Ev pirsgirêk weke desthilatdarî û xesp nayê pênase kirin. Bi boneya nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Şîdeta ser jinan ji jinên li Colemêrgê dijîn me pirsîn.  Jinên ku li bajêr dijîn ku asta şîdetê nirxandin. Pirsên ku derbarê şîdeta li hemberî jinan ku pêktên ji jinên Colemêrgê hatin pirsîn, li ser vê yekê bersivên cûda cûda hatin dayîn. Li gel ku li bajar kirûya li hemberî jinê şîdet û pirsgirêkên jinan tune ne zêde li pêş e jin nêrînên xwe naynin ziman û bi hinceta ku ew ê hevjînên wan li wan hêrs bibin na axivin jî vê nakokiyê radixe li ber çavan.


Li Colemêrgê kirûniya ku pirsgirêka jinan tuneye serdeste


Emîne Ozek têkildarî pirsgirêkên jinan yên Colemêrgê ku nêrînên xwe parve kir û diyar kir ku li Colemêrgê jin pirsgirêka jiyan nakin û wiha got: “Dema ku jin bixwazin derdikevin ji derve, heya ku jin li ser serê zilam in.” Aysel Yarcan jî derbarê mijarê de axivî û ev tişt got: “ Bi giştî jin şîdetê nabînin. Di aliyê aborî de jî rewşa hinek malbatan başe, hinekan jî nebaşe. Li Colemêrgê kar tuneye. Wê bivî awayî çawa aborî baş be.”


 ‘Pirsgirêkên jinan yên li bajarên din li Colemêrgê jî hene’


Aysel Kaplan jî derbarê pirsgirêkan de wiha axivî: “Li Colemêrgê jiyana hinek jinan başe ya hinekan jî xirabe û heta hinek ji wan îşkenceyê dibînin.” Aysel destnîşan kir ku jinên li Colemêrgê jî weke jinên din yên bajarên din rastî heman pirsgirêkan tên. Aysel her wiha binê wê xêz kir ku jinên li Colemêrgê jiyan dikin azad nîn in û wiha pêde çû: “ Em jî dixwazin jiyanek normal bijîn lê belê hertim jin tên perçiqandin. Bi rastî gelek pirsgirêkên jinan hene. Ji ber derdorê jî jin gelek pirsgirêkan jiyan dikin. Bi taybet jî zivîstanê av nayê em mecbûr dibin ku biçin avê bînin û zilam jî alîkariyê nadin me.” Nurhan Yalçin jî destnîşan kir ku zilam xwe ji jinan zêdetir dibînin û tu maf nadin jinan û ev xisûs anî ziman: “ Mafên weke perwerde û aboriyê ji jinan re nayên dayîn. Karê ku didin jinan tenê mêzekirina malê û mezin kirina zarokan e. Ji bo ku ev zîhniyet were derbas kirin jî pêwîste jin bên gel hev û mafê xwe biparêzin û encax bi vî awayî jin dikarin azad bibin.”


‘Jin şîdetê ji ber ku jinin weke heq dibîn in’


Sendîkayên jin jî bal kişand ser pirsgirêkên jinan. Hevseroka Şubeya Egitim- Sen a Colemêrgê Şukran Sonmez Guldal anî ziman ku pirsgirêkên ku jin jiyan dikin li herderê heman in. Şukran destnîşan kir ku yên berpirsên pirsgirêkan jî jin bi xwe ne û wiha got: “ Jin dibîne ku ev yek pirsgirêkên jinê ne. Lê belê vê weke rewşek xwezayî ya ku dibêje ‘Ez jin im’ dibîne. Pêngava yekemîn ku viya derbas bike lazime ku bi jinan re hişmendiya zayendî pêş bikeve.” Şukran destnîşan kir ku ji bo derxistina vêya zanebûnê a girîng perwerdeye. Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Buroya (BES) a Colemêrgê Emel Ata Akbaş jî da zanîn ku li Colemêrgê pirsgirêkên ku jin dijîn ne zelalin û wiha got: “ Bi taybetî jî pirsgirêkên ku pargala kapîtalîzmê bi jinan ra enjekte kiriye zêde ye. Di destpêkê da jin bi awayekî rehet ji mala xwe nikare derkeve. Li Colemêrgê hêjî jin dibin hişmendiya feodalîzmê dene.”


 ‘ Li Colemêrgê rihena tundiyê ya fîzîkî tenê tê zanîn’


Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binevş Ozgul Dogan ku dibin baneya Şaredariya Colemêrgê de  xebatên jinan dide meşandin anî ziman ku pirsgirêkên ku jin dijîn pirsgirêkên gerdonî ne û wiha pêde çû: “ Colemêrg ji bo guhertinê bajarek vekiriye. Mirov wekî civakek girtî Colemêrgê pênase bike şaşe. Divê jin hemû pirsgirêkên ku dijîn qebûl bike. Jin di mitfaxê de xwarinek hebe û dikari be çêbike ev nayê wê wateyê ku pirsgirêkên jinan tuneye.”


Jin tu car nabêjin ‘Em tundiyê dibînin’


Ozgul da zanîn ku ew nizane jin li Colemêrgê rastî kîjan pirsgirêkan tên û wiha ev tişt anî ziman: “Ez tenê rehend tundiya fîzîkî dizan im. Li Colemêrgê jin bi hêstanî nabêjin ‘Em tundiyê dibînin’ Colemêrg di aliyê îstîhdamê de hem ji bo jinan û hem jî ji bo zilaman herêmek bi pirsgirêk e. Pirsgirêkê jinan a din jî ew e ku jin hêj negihîşitna têgeha taybetmendiyên jinan. Bi hişmendiyek baviksalariyê tê fikirandin. Ji bo ku jin pirsgirêkên ku dijîn baş fêm bikin, divê destpêkê perwerde bibînin. Di vî aliyê de divê bi  awayekî sazî jî rexnedayînê bidin.”


‘Di aliyê avakirina hişmendiya jinan de jî em kêm man’


Ozgul da zanîn ku ew têgeha zayendî û hişmendiya zayendî bi awayekî giştî hêj nedane avakirin û wiha dom kir: “Divê di vê mijarê de ji bilî perwerdeyê, panel, li taxan xebat û pêşandanên sînevîzyonê pêk bên. Divê jin baş bizanibin ku ev tundiya ku li dijî wan pêk tê ji bo jinan tiştek wek taybet pêk tê nebine û divê vê yekê qebûl neke. Ji ber wê jî jinên ku rastî tundiyê tên, divê wekî tundiya fîzîkî negirin dest, ev tundî tundiyek hêstî, taybet, aborî, çandî û zayendî pêk tê bibîne. Ligel ku jin naxwaze rastî tundiya zayendî tê. Divê bê acizî bîne ser ziman. Ji ber wê jî em weke Navenda Şêwirmendiya Jinan a Binev ligel hemû jinên ku pirsgirêk dijîn e û bila vê yekê jî bizanibin.”


Sibê: Amed


(aw)