Firyal Hesen: Divê jin li hemberî şidetê dengê xwe bilind bikin
08:46
Zinarîn Aydîn/ JINHA
QAMIŞLO- Jinên kurd li Rojava dibin banê Yekîtiya Star de di qada civakî de bi xebatên meclisan xwe dighînin tevayî civakê. Ev xebat bi armanca rêvebirina civakê bi rêvebirina jinan tê meşandin. Endama Rêvebiriya Meclisa Yekîtiya Star ya Kantona Cizîrê Firyal Hesen da xuyakirin ku jin bi xebatên komînan pergala dewletê hildiweşînin û got: “Bi dest avêtina jinan destavêtina welata jî pêşketiya, ji lewma azadiya jinan azadiya welatane.”
Jinên kurd li Rojava dibin banê Yekîtiya Star de di qada civakî de bi xebatên meclisan xwe dighînin tevayî civakê. Di nava xebatên meclisan de bi destpêkirina komînan ku di her taxekê de tê ava kirin û her komînek ji hejmarê 25- 60 û heya 100 kesî jî pêk tê. Di nava her komînekê de lijneyên lihevkirin, perwerd, aborî, parastin û civakî tê saz kirin. Ev yek bi armanca hilweşandina pergala dewleta ku civak parçe kiriye û di nava civakê de pergalek deshilatiyê ya ji jor de civak tê sazkirin, hatiye ava kirin. Endama Rêvebiriya Meclisa Yekîtiya Star ya Kantona Cizîrê Firyal Hesen li ser van mijaran ji ajansa me ya JINHA yê re axivî. Firyal bal kişande ser şideta ser jinan di nava civakê de hatiye pêş xistin û ev şidet çawa ziviriye şideteke ser civakê.
‘Serpêhatiyên bi serê jinan û welatan hatine pir şibiyane hev’
Firyal destnîşan kir ku bi şoreşa Rojava re jinan ciyê xwe di tevayî qadên tekoşînê de girtiye û wiha domand: “Ermanca me ewe ku tevayî jin di civakê de xwe bi li ser hîmên zanînê rêxistin bikin. Ji bo ku civak vegere cewherê jiyana komînal û hevgirtî çalakbûyîna jinê giringe. Îro dema ku em li hemberî şideta ser jinan pêş ketiye derdikevin, her çendî bi bûyera sala 1960’an di kuştina sê xwişkan de bûye sebeb 25'ê Mijdarê bibe roja tekoşîna li hemberî şideta ser jinê jî, lê bi xwe feraseta pergala desthilatiya hezarê salan ser jinan û civakê hatiye pêşxistine. Desthilatiya ser jin zîviriya desthilatiya ser welatan jî. Çi desthilatên pêşketine, jin û ax çewisandine û pişê jî deshilatî ser wan kirine. Ji lewra serpêhatiyên bi serê jinan û welatan hatine pir şibiyane hev.”
‘Jin çiqas rêxistinkirî be dikare civakê jî bi xwe re rêxistin bike’
Firyal anî ziman ku ji bo jin li hemberî şidetê xwedî seknekê bin naskirina xwe giringe û wiha berdewam kir: “Ji xwe şidet bi xwe gelek şêwazên xwe hene, û em dibînin îro şideta tê meşandin ne tenê bi lêdanê ye. Çi şideta çandî be, çi ya fikrî be, çi ya ruhî be û çi jî ya fîzîkî be li ser jinê bi hezarên salan hatiye meşandin û hîn jî tê meşandin. Ji bo wê di aliyê jinan de naskirin û têgihiştin dibe bingehê seknek li hember van xwedî tekoşîneke zanabe. Ji lewra em giringî didin xebatên avakirina komînên jinan û perwerdekirina wan û bikaribin xwe bighînin tevayî jinan. Jin çiqas bi rêxistinkirî be dikare civakê jî bi xwe re rêxistin bike, û em vê yekê bawer dikin ku jineke zane civakeke zaneye. Her wiha di tevayî civakan de rastiyeke wiha heye azadiya jinan azadiya welatane.”
‘Hişmendî azad nebe beden jî azad nabe’
firyal diyar kir ku gelek guhertin di jinên Rojava de hatine çêkirin û got: “Berî şoreşa Rojava pêş bikeve û piştî wê mirov gelek pêşketinên ber bi çav dibîne. Jina ku di bin bandora kevneşopiyên olperestî de bû û mahkûmê gotina mêr û ferasetên jin dixiste bin qeydan bûn. Mînakên weke jin namûsê û axaftin jinan şerm dîtinê. Jinan nikarîbû mafê xwe biparêze. Em dibînin îro jin li her derê bi vîna xwe di nava xebatan de cîh digirin. Em nabêjin azadiyek çarçar heye lê mirov dikare bêje gelek gavên giring ber bi azadiyê ve hatiye avêtin. Ji xwe azadî di fikir û hişmendiyê de destpê dike, hişmendiyeke azad nebe beden jî azad nabe.”
Firyal Hesen ji bo tevlîbûna jinan a 25'ê Mijdarê bangewazî kir û wiha got: “Pêwîste tevayî jinên kurd, ereb, suryanî û pêkhateyên din yê jinan di Rojava de dijîn di roja 25’ê Mijdarê de hîn zêdetir bi erkên xwe yê tekoşîna li hember şidetê rabin. Ji ber ku şidet bi awayeke cîhanî ser tevayî jinan tê meşandin. Êdî şermezarkirina şidetê bi dengê tevayî jinan pêwîst dike.”
(za/zt)

