'Dayika Kurdistan' li sînorê Kobanê ye
10:29
JINHA
RIHA – Dayika Bahar Bîlgen (75) ya hevjîn û 2 kurê wê di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest daye "Xwe weke dayika Serok, Kurdistanê dide nas kirin" ruxmê pirsgirêkê çavê wê hene jî li ser sînorê Kobanê dest bi nobeta berxwedanê kir.
Dayika Bahar Bîlgen a li ser sînorê Kobanê di berxwedana nobetê de ye. Hevjînê wê yê di sala 1994'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di encama êrîşên hizbulkontra, kurê wê yê binavê Zeynel Abidin Bîlge (Piling) di sala 1996'an li navçeya Çela Colemêrgê,û kurê wê yê mezin ê bi navê Ekrem Bîlge (Diyar Bagok) jî di nava refên YPG'ê de meha borî jiyana xwe ji dest da. Kurê Bahar Bîlge ê din jî 23 salin di girtîgehê de ye. Dayika Bahar Bîlge ya ku 3 sal in pirsgirêka wê ya çav heye ruxmê hemû pirsgirêkê wê yê tenduristiyê li ser sînorê Kobanê li gundê Mehserê di berxwedana nobetê de ye. Bahar anî ziman ku ew bi zarokên xwe serbilind e û dayika tevahî rê hevalên zarokê xwe ye.
Bahar bilêv kir ku piştî 2 zarokê wê tevlî tevgera azadiyê bûn, rastî zextê hikûmeta Tirkiyeyê hatin, Bahar ev tişt anî ziman: "Hevjîn û zarokên wê di îşkencê re hatin derbaskirin. Hevjînê min di nava bazarê de ji aliyê hizbulkontra ve hate kuştin, piştî wê kurê min ê biçûk Piling şehîd ket, Kurê min Huseyîn zanîngeh dixwend bi hinceta tevlî çalakiya şewitandina kargeha Çetînkaya bûye 23 ceza lê birîn û niha li girtîgehê de ye. Kurê min ê bi navê Diyar Bagok jî nêzî 3 sal in li Rojava di şerê azadiyê de ye, ew jî ji berya mehekê li Kobanê şehîd ket."
'Ez dayika 'Serok im'
Dayika Bahar derbirî ku 'ew dayika Serok' û tevahî rê hevalê zarokê xwe ye. Bahar anî ziman ku ew dayika tevahî şervanên azadiyê ye, dayika Kurdistanê ye û wiha pêde çû: "Em weke gel, li hemberî hikûmetê li ber xwe didin, ev jî bê bedel nabe, me gelek bedel dan. Tu ferqa min ji dayikên din tune ye. Ez bi zarok û hevjînê xwe ser bilind im nêzî 3 sal in pirsgirêkên çavê min heye, ez nabînim, lê belê min xwest ez li cihê berxwedanê ku kurê min di berxwedanê de jiyana xwe ji dest da nobetê bigirim."
(zt)

