Zarokên di bin dengê çek û bombeyan de dijîn

10:51

JINHA


KOBANÊ – Li Kolanên Kobanê zarokên li ber malên xwe di bin dengê çek û bombeyan de dijîn, herî zêde jî ji berk u ji hevalên xwe veqetiyane û nikarin biçin dibistanê xemgîn in. Tê dîtin ku zarok hînî şer bûne, gelek zarok jî dibêjin ew ji çeteyên DAIŞ’ê natirsin. Zarok dibêjin ku dema mezin bibin dê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin. 

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê du meh li pey xwe hişt. Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê gelê Kobanê û yên piştgiriyê didin wan jî li ber xwe didin. Li gorî nûçeya Rojnameger Ersîn Çaksu û Îbrahîm Aslan Çeteyên DAIŞ’ê tenê hêzên leşkerî na sivîlan jî dikin hedef. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê gelek sivîlên di nav de zarok jî hene jiyana xwe ji dest dan. Jibilî bandora neyînî ya şer bi hatina zivistanê li bajar rewşe sivîlan zehmetir kir. Sivîlên ku ji bo zarokên xwe yên di eniyan şer dikin seferber bûne ligel derfetêm kêm û xetereya mirinê jî têkoşîno xwe didomînin. 

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê herî zêde jî zarok bi bandor dibin. Mirov li kolanên Kobanê bi sedan zarokên ku li ber malên xwe dilîzin dikare bibîne. Mirov dibîne ku zarok hînî dengên çekan bûne. Zarokên kut emenê wan 10’an zêdetir e jî hem piştgiriyê didin malbatên xwe hem jî didin yên şer dikin. Zarok alîkariyê didin birîndaran û ji bo yên di eniyan de şer dikin jî di çêkirina xwarinê de alîkariyê didin. Zarokên ku diyar kirin ew ji çeteyên DAIŞ’ê natirsin herî zêde ji berk u ji hevalên xwe qût bûne û nikarin biçin dibistanê xemgîn bûne. Xirabûna bajarên wan ji bo wan rewşeke pir xemgîn e. Dema ku zarok kamera, wênekêşê dibînin jî nîşaneyên serkeftinê dikin. 

‘Hevalên min belav bûn’

Yasmîn a 10 salî bi malbata xwe re piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji gundê Mînbîcê hatiye Kobanê. Bi birayê xwe Mahmud re alîkariyê dide malbata xwe. Yasmîn dibêjê ku ew li gund 3 salan çûye dibistanê û wiha berdewam kir: “Heke şer neba, ez ê biçûma dibistanê. Dema ez mezin bibin dixwazim ji bo zarokan bibim mamoste.” Yasmîn anî ziman ku ji ber şer hevalên wê hemû belav bûne û her yek ji wan çûne cihekî. Yasmînê got ku DAIŞ’ê mirovan serjê dike û birayê wê yê 9 salî Mahmud jî dibêje ew ji çeteyên DAIŞ’ê natirse. 

‘Ez ê tevli YPG bibim û li dijî DAIŞ’ê şer bikim’

Zarokê bi navê Macît ê 12 salî yê bi bisiklêta xwe ve dilîze jî diyar kir ku hevalên wî Çûne Tirkiyeyê û ew gelek bêriya wan dike û wiha gotinên xwe didomîne: “ Heke ez ji DAIŞ’ê bitirsiyama ez ê li vir nemamab Bavê DAIŞ’ê jî bê hêza wan têrê nake. DAIŞ ker e. Ev sêm eh in hatine Kobanê lê nekarîn Kobanê dagir bikin. Hêza wan li hemberî kurdan têrê nake.” Macît pirsa “dema tu mezin bibî, tu dê bibî çi” jî “ez dixwazim biçim şer, ez ê tevli YPG’ê bibim û li dijî DAIŞ’ê şer bikim” dibersivîne. 

Ehmed ê 10 salî jî ji berk u hevalên wî ji bajar çûne xemgîniya xwe anî ziman, Leylaya 8 salî jî dibêje ew ji çeteyên DAIŞ’ê ditirse.

(zt)