Rojên weke dojehê

11:03

JINHA


RIHA - Her roj hovîtiyeke çeteyên DAIŞ'ê derdikeve holê. Jina bi navê Emîne Muhammed diyar kir ku ji bo li Helebê zanîngehê bixwîne çarşefa reş li xwe kir. Emîne anî ziman ku jinên çarşefa reş li xwe nekin rastî tecawizê tên û tên kuştin. Emîne da zanîn ku hevalek wan ê bi navê Muhammed ji ber bertek nîşanî tacîza çeteyan da li ber çavê wan serê wî jê kirin û bi wesayîtekê ve girêdan û di erdê re rakêşandin. Emîne ew roj weke rojên dojeh bi nav kirin û wiha got: "Em ji wan neditirsiyan, me ji wan nefret dikir."

Hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî welatiyên sivîl kareke nû nîn e. Şahidê hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê yek jê jî jina bi navê Emîne Muhammed a 23 salî ya li Zanîngeha Halebê dixwand û li Konbajarê Arîn Mîrkan dimîne ye. Emîne tiştên 3 salan jiyî vegot. Emîne diyar kir ku dema diçû Helebê hem di rê de hem jî li dibistanê rastî tacîz û gefên çeteyên DAIŞ'ê dihatin. Emîne anî ziman ku hovîtiya jiyî teqez ji bîr nake.Emîne da zanîn ku hevalekî wan ê bi navê Emîne ji ber ku bertek nîşanî tacîza çeteyan da serê wî jêkirin û bi wesayîtekê ve girêdan û di nava Helepê de gerandin.

‘Tenê ji bo bixwînim min çarşefa reş li xwe kir'

Emîne bilêv kir ku her roj ji Kobanê diçû Helebê û riya 2 seat 15 seatan dirêj dibû û rê weke îşkenceyekê bû. Emîne destnîşan kir ku di rê de çeteyên DAIŞ, El-Nusra, Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) û leşkerên Esad nokteyê kontrolê danîn û li hemberî gel pêkanînên keyfî pêk tanîn. Emîne anî ziman ku di rê de çeteyan li hemberî jinan êrîşên hov pêk tanîn û çeteyan tecawiz li jinên bêtesetur dikirin û gelek jî qetil dikirin. Eemîne, da zanîn ku ji bo bixwîne neçar ma çarşefa reş li xwe bike û wiha got: “Malbata min ez weke jina bi vîna xwe bijîm mezin kirim. Lê ji ber DAIŞ'ê zilma min nedîtî min dît. Tenê ji bo bixwînim min çarşefa reş li xwe kir. Ew serdem weke dojehê ji min re dihat. Lê ya ez bikim tunebû û ez neçarbûm bixwînim. Di hemû nokteyên kontrolê de em ji wesayîtan derdixistin û kontrol dikirin. Peçeyên men bilindikirin û berê xwe didan rûyê me û em tacîz dikirin."

‘Em ji wan neditirsiyan me nefret ji wan dikir'

Emîne, bilêv kir ku îşkenceya di rê de ditî li dibistanê jî berdewam dikir. Emîne destnîşan kir ku alîgirên çeteyên DAIŞ'ê li hemû zanîngehan xwe bi rêxistin kirin û li dibistanan teror li dar dixistin. Emîne diyar kir ku alîgirên çeteyên DAIŞ'ê ji nişkave diketin polê û kincên jinan kontrol dikirin û hîndekarên zanîngehê jî li hemberî vê yêkê bêdeng diman û wiha pê de çû: "Çeteyên DAIŞ'ê 3 salin li Helepê terorê pêktînin. Li aliyekî DAIŞ, li aliyekî El Nusra û li aliyekî OSO...Di rewşekî wisa de li kolanên Helepê gerîn gelek zehmet bû lê ji bo dibistanê xilas bikim min înat kiribû. Ji ber vê yêkê ez li hemberî tiştên dihatin kirin bêdeng dimam. Em ji wan neditirsiyam me ji wan nefret dike."

‘Serê Muhammed jê kirin'

Emîne da zanîn ku di rojên dawî yên dibistanê de çeteyên DAIŞ'ê şîdeta li dibistanê gelek zêde kir û hevalekî wan ê Kobanî yê bi navê Emîne ji ber bertek nîşanî çeteyan da hate qetilkirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Rojekê dîsa çete ketin dibistanê. Ji xwe li zanîngehê gelek kes alîgirên DAIŞ'ê bûn. Wê rojê jî weke rojên din tacîz li me kirin. Hevalê min Muhammed li wan kire qêrîn û got, 'Hûn mirov nîn in' Ji ber vê gotinê serê Muhammed jê kirin. Pişt re bi wesayîtekê ve girêdan û di nava kolanên Helepê de gêrandin. Ev hemû li ber çavên min pêk hatin. Piştî wê rojê êdî min dest ji dibistanê berda." Emîne, bilêv kir ku piştî vegeriya Kobanê demek şunda çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kobanê kr û neçar ma hate Pirsûsê. Emîne da zanîn ku li konbajar hewil dide ku travmaya dijî bi ser xwe bavêje.

(zt)