Ji jinên ciwan ên li nobetê Banga 25'ê Mijdarê
11:24
JINHA
RIHA – Bi armanca piştgiriya Kobanê Jinên ciwan ku 65 roj in nobetê digirin diyar kirin ku berxwedana Kobanê di kesayeta hemû jinên bindest de didome. Jinên ciwan ji bo çalakiya li ser sînor bang li hemû jinên cîhanê kirin. Jina ciwan a bi navê Şirîn Îmam a ku li Kobanê birayê xwe windakiriye bangewaziyek bi wate: " Bila YPJ Kobanê, hemû jin jî cîhanê rizgar bike."
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê kete roja 65'emin. Jinên ciwan ên ku nobetê digirin bi armanca li dijî tundiya li hemberî jinê bi minasebeta 25 mijdarê roja li dijî tundiya li hember jinê têkoşîn û piştgiriya navneteweyî starta çalakiya ku dê li ser sînor pêk bînin, dan. Li gundên Mehser û Miseynterê yên ku nobeta berxwedanê lê tê girtin di malan û konan de jin di çarçoveya çalakiyên ku wê di 25'ê mijdarê de lidarbixin li ser dîroka jinê niqaşên xwe didin meşandin û heman demê de jî ji bo piştgirîya şervanên YPJ'ê hetanî serê sibehê nobetê digirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad ên Demokratîk (DOKH) Bêrîvan Kayaş diyar kir ku berxwedana YPJ'ê têkoşîna jina navneteweyî ye. Bêrîvan bilêv kir ku di şexsê Arîn Mîrkan a ku ji bo azadiya Kobanê xwe feda kir û bû domdariya kevneşopiya têkoşîna ku ji Viyanan, Bêrîtanan û Sakîneyan tê, dê di 25'ê mijdarê roja têkoşîn û piştgiriya navneteweyî ya li dijî tundiya li hember jinê û lidijî tundiya çeteyên DAIŞ'ê ser xeta sînor biqêrin.
‘DAIŞ ji bo hemû jinên cîhanê xetere ye’
Bêrîvan diyar kir ku di demên dawiyê de DAIŞ hovane herî desthilatdar dide meşandin û hişmendiya wî ya tarîtiya Demanavîn ku cehaleta şewitandina pîrebokan dijiyan ji wê jî xirabtir êrîşên tarî pêk tînin. Bêrîvan anî ziman ku divê hemû cîhan li dijî vê hê zidetir deng derxînin û wiha got:" Divê tenê jinên kurd ji vê wehşetê re nebêje bisekine. Ev wehşet tenê ne pirsgirika jinên kurdin, pirsgirika hemû cîhanê û di serî de jî pirsgirika hemû jinên cîhanê ye. DAIŞ hewl dide hikmê hemû cîhanê bike terorê pêk tîne. Çeteyên ku xwedî vê xişmendiyêne qirêja ku dê belavbikin û jiyana tarî nayê fikirandin jî. Ji bo ku em li dijî vê bisekinin tenê deqeyeka em winda bikin jî tuneye. Em bang li hemû jinan dikin ku bên ser sînor."
‘Jina kurd li dijî terora DAIŞ'ê disekine’
Endama Meclisa Jinan a Şirnexê Leyla Îşlek diyar kir ku jina kurd her roja ku diçe hîn bi hêztir xwedî mirasa têkoşînê derbikevin û wiha axivî: "Bi salan ji ber wehşeta dewletê jinan di heremê de demek tarî dijîn. Bi têkoşîna azadiya kurdan ve jîn carek din şiyar bû. Ji di aliyekî de li dijî tundiya nava malbatê derdiket û ji aliyê din ve jî li dijî tundiya bi destê dewletê dihat meşandin têkoşînek mezin dane nîşandan. Têkoşîn hê jî didome. Niha heman jina kurd li dijî çeteyên DAIŞ'ê ku ji bo hemû cîhanê xetereyê têdikoşin. Wêrektiya di vê têkoşînê de ji kevneşopiya azadiya Sakîneyan û Arînan tê."
‘Bila YPJ Kobanê û hemû jin jî cîhanê rizgar bike’
Şirîn Îmam a 15 salî ya ji Kobanê jî bi bîr xist ku birayê wê di refên YPG'ê de jiyana xwe ji dest daye. Îmam diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi xwe tundiye û wiha berdewam kir: "Min birayê xwe di vê riyê de winda kir.Bila canê me ji Kobanê re bibe qurban. Ez dê jî tevlê hevalên xwe bibim. Di ruyê DAIŞ'ê de me malên xwe, birayên xwe û hevalên xwe winda kir. Nîha YPG/YPJ bersivan dide. Ez he roj li vir bombebarankirina Kobanê temaşe dikin. Evaya tundiya herî mezine. Dibêjin roja 25'ê mijdarê ya li dijî tundiya lihember jinê têkoşîn û pişrgiriya navneteweyî heye. Ez nizanim ev roj tê çi wateyê. hege roja têkoşîna jinê ye wê demê bila hemû jin bên ser sînor û vî şerî bidin sekinandin û ez jî biçim mala xwe. Ez dizanim ku ev hêza jinê heye. Heke jinên YPJ'ê niha şer dikin û dikarin Kobanê rizgar bikin wê demê hemû jinên cîhanê jî dikarin bên gel hev û cîhanê rizgar bikin."
(zt)

