Delegeya Bakûr Yuksel Avşar: Jinên kurd naxwazin ji niha û pê de birakujî çêbibe
10:40
Hazal PEKER – Hangul OZBEY – JINHA
HEWLÊR - Delegeya Bakûr û Cîgira Serokê KADEP’ê Yuksel Avşar ku di Konferansa Netewî ya Jinên Kurd de axivî, destnîşan kir ku jinên kurd naxwazin ji niha û pê de birakujî çêbibe.
2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd ku duh destpê kir, bi mijara ‘Li her parçeyek Kurdistanê rewşa jinên kurd, pirsgirêkên azadiyê û rêyên çareseriyê’ didome. Delegeya Bakûr û Nûnera KADEP’ê Yuksel Avşar, diyar kir ku jinên kurd heta niha ji ber faşîzmê gelek êş û elem kişandine, niha jî ev berdewam dike. Yuksel, diyar kir ku jinên kurd digel her tiştî aştiyê dixwazin. Yuksel, çend gotinên pêşiyan ên wekî “Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e” wek mînak da. Yuksel, da zanîn ku 200 dewletên ereban hene, lê jin li van welatan azad nînin. Yuksel destnîşan kir ku jinên kurd birakujiyê naxwazin û wiha pê de çû: “Li Suriyeyê statuya kurdan pir girîng e. Di vir de rola jinê pir girîng e. Ya ku Kurdistanê azad bike jî, dê jina kurd be. Ez di wê baweriyê de me ku dê ev konferans bibe hêviya yekîtiya me jinan.”
Wêne - Kamera: Hazal PEKER - Hangül OZBEY
(hp/ho)

