Hêviya çinara 96 salî vegera Kobanê ye

11:36

JINHA


RIHA - Uveyş Elî ya 96 salî ya ji Kobanê û malbata wê ya ji 15 kesî, piştî êrîşên hawanan ên çeteyên DAIŞ'ê ku rê li ber mirina 4 sivîlan û birîndarbûna 10 sivîlan kir, neçar ma sînorê Kobanê yê lê li ber xwe dida, biterikîne. Dayika sed salî hêviya xwe ya vegerê ti carî winda nekiriye.


Uveyş Elî ya ji Kobanê 96 salî ye. Tevî emrê xwe yê sed salî, zêdeyî du meh in li herêma navberê ya xeta sînor a Kobanê-Pirsûsê, tevî hemû zext û êrîşan jî li gel malbata xwe ya ji 15 kesan, nediçû ti deverê. Heta êrîşên hawanan ên çeteyên DAIŞ'ê, ku di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Pîra Uveyş û malbata wê, piştî vê êrîşê neçar ma xeta sînor biterikîne. Piştî çar rojan jî derbasî Pirsûsê bû û li gorî derfetên xwe ji xwe re konek vedan û tê de dijîn. Tevî emrê xwe yê dirêj jî, hêviya xwe ya ji bo vegera li Kobanê ti carî winda nake.


rûyê wê mîna kurtberıya êşên kûr ın


Mîna bi hezaran malbatên ji Kobanê pîra sedsalî û malbata wê li binê konan bicih dibe. Pîra sed salî, ji ber Wargeha Konan a Kader Ortakaya ya ji aliyê Komeleya Piştgiriya bi Rojava re tê çêkirin hînê neqediyaye, li konekî li kêleka wargehê vedaye, dijî. Deqênl i ser dest, rû û lingên wê, mîna kurteberiya êşên hatine jiyîn e.


'em heta kêlıya dawî lı ser sînor sekınîn'


Uveyş Elî ya 96 salî anî ziman ku di êrîşên çeteyan de hemû mal û milkên wan hatine talankirin, şewitandin û got, "Qet nedihat bîra min ku di vî emrî de em ê neçar bimînin koç bikin. Kêm be jî em bextewar bûn, lê nekarîn xwe li vê şadiya me jî rabigirin. Ji ber êrîşan, me berê xwe dan sînor. Heta kêliya dawî jî em li ser sînor sekinînin. Bi baweriya vegerê. 4 roj in em hatine Pirsûsê. Me gelek zilm dîtin. Keçên me xortên me qetil kirin. Malên me milkên me xesp kirin. Şewitandin xera kirin."


(zt)