Li sînor daxwaza 'Ji Ocalan re azadî' bilind bû
12:00
JINHA
RIHA - Berxwedana nobetê ya li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê a li gundê Mehser û Miseynter bi li darxistina zincîra mirovahiyê berxwedana Kobanê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate silavkirin.
Berxwedan nobetê ya li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê bi tevlîbûnê nû di roja 65'emîn de dewam dike. Bi sedan welatî û dayên aştiyê li ser sînor ji bo zincîra mirovahiyê hatin ba hev. Zincîra mirovahiyê ya li gundê Mehserê pêk hat bi deqeyek ji bo kesên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest daye rêz girtin û merşa "Çerxa Şoreşê" hate gotin û bi dirûşmên "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" û "Bijî Serok Apo" berxwedana Kobanê silav kirin.
Piştî çalakiyê dayikên aştiyê yên Sêrtê tevlî berxwedana nobetê bûn. Li ser navê dayikan Hediye Suçil axivî. Hediye anî ziman ku em weke dayikên şervanên azadiyê yên li çar parçeyan li ber xwe didin li vir in. Hediye di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku divê her dayikek asta berxwedanê bilind bike.
(zt)

