Bi wêneyê korê xwe li benda agahiya serkeftinê ye
12:09
JINHA
RIHA - Fatma Bulut a ku ji Sêrtê hat û tevlî çalakiya nobeta berxwedanê ya ser sînorê Kobanê bûye, wêneyê kurê xwe ê di nava refa PKK'ê de jiyana xwe ji dest daye, ji ber sînga xwe qet dûr nexist û li benda agahiya serkeftina Kobanê ye.
Gelek dayikên ku zarokên wan di nava Tevgera Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê tevlî çalakiyên nobetê ya ser sînor bûne. Dayika Sûleyman Babat (Resul) ê PKK'î yê jiyana xwe ji dest dayî, Fatma Buluta 60 salî, ku ji Berwariya Sêrtê ye, hat gundê Mehserê û wêneyê kurê xwe bê ku ji ber sînga xwe daxe, li Kobanê dinêre û benda agahiya serkeftinê ye.
Fatma diyar kir ku, kurê wê li herêma Herekolê jiyana xwe ji dest daye û ji wê rojê de ew wêneyê kurê xwe li ber sînga xwe saniyek be jî dûrnexistiye û wiha got: "Ji bo min ferqa berxwedana Kobanê û kurê min tûneye. Gundê me jî şewitandin. Kurê min jî bi wê sedemê tevlî tevgerê bibû. Ew bûyera dişibe rewşa Kobanê ya niha. Ji ber vê yekê ên ku li Kobanê berxwedidin û kurê min wek hevin. Ezê li sînor bimînim û agahiya serkeftinê bigrim."
(rt/zt)

