Oznur Çalika AKP'î li ser navê dewletê lêbûrîn ji gelê Kurd xwast

14:38

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgira Serokê giştî ê AKP'ê Oznur Çalık, ji ber zilma dewletê di demên bûrî de, li gelê Kurd kiriye, lêbûrîn xwest û wiha got: "Mafê tû kesê tûne ku demê derbasbûyî  nebîne. Eê bi bîrxistina dema bûrî û bi jiyan kirina roja îro, dixwezin demên pêş ava bikin."


Cîgira Serokê giştî ê AKP'ê Oznur Çalık Serokê Cemiyeta Rojnama û televîzyonan ê  Meletye yê  Mikaîl Pelît ziyart kir. Oznur di ziyereta xwe de ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku bi despê kirina pêvajoya çareseriyê re astengiyên li pêşiya Turkiyê wê derbasbibin. Oznur anî ziman ku pêwîste her kes êşên  hatine jiyan kirin ji bîrnekin û wiha got: "Ji ber zilma dewletê a li hember gelê kurd ez lêbûrînê xwe dixwezim. Wek endamek rêvebir a AKP'ê dibêjim ku di demên bûrî de zilm li gelê kurd hatiye kirin. Herem jî di navde tenê azardiliyê ku di warê tedbîrên ewlekarî de hatine jiyan kirin û pîsiya heywanan bi mirovan dane xarin, îro em bi çend hevokan bi lêvdikin û demê bûrî tûne dihesibînin. Mafê tû kesê tûneye ku demê derbasbûyî nebîne. Em bi bîrxistina dema bûrî û bi jiyan kirina roja îro, dixwezin demê pêş avabikin. Ez wek hemwelatiyek Turkiyê dibêjim pêwîstî heye ku, em ji êş, xemgînî û azardiliyê ku di demên bûrî de hatiye jiyan kirin dersan bikin. Ji Dêrsimê jî dersan derbixin, ji problemên ku li  Rojhilat û Başûrê rojhilatê Anadoliyê hatiye jiyan kirin ders derxistin girînge."


(rt/zt)