Yekemîn navenda wergerê li kantona Cizîrê hat vekirin
14:54
JINHA
QAMIŞLO – Yekemîn navenda wergerê li kantona Cizîrê bi navê navenda Mezopotamiya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hate vekirin.
Bi amadebûna dehan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Saziyên Civaka Sivîl û nunerên Rêveberiya Xweseriya Demoratîk a Cizîrê, Yekemîn navenda wergere bi navê Navenda Mezopotamiya li kantona Cizîrê ji aliyê Meclîsa Zagosaz a Kantonê ve bi merasîmekê hate vekirin. Navenda Mezopotamiya dê hemû zagon û belgeyên Meclîsa Zagonsaz û desteyên girêdayî Rêveberiya Xwseriya Demoratîk bi zimanên “kurdî, erebî, suryanî, Fransî , Îngilîzî û Tirkî” biwergirîne. Di navendê de 10 wergervan dixebitin.
Endamê Rêveberiya Navenda Mezopotamiya Ebdulselam Mihemed diyar kir ku ew ê dest bi wergerkirina zagonên Meclîsa Zagonsaz û rêzikmaneyên meclîs û desteyên rêveber yên Rêveberiya Xweseriya Demoratîk bikin.
Her wiha dê di demeke nêzîk de dest bi wergerandina pirtûkên Siyasî, aborî, çandî û wêjeyî bikin.
(zt)
