Rêxistina Şopandinê ya Mafê Mirovan Endonezya şermezar kir
17:59
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Endonezya yê bi salaye testa bekaretê ser jinên dibin polîs tê kirin. Ev peyîkan ji aliyê Rêxistina Şopandinê ya Mafê Mirovan ve hat şermezar kirin.
Li Endonezya yê ji ber bi salane ser jinên dibin polîs tê kirin. Rêxistina Şopandinêya Mafê Mirovan raporek bi nimasebeta şermezar kirina van bûyeran weşand. Di raporê de wiha hat gotin: "Bi çûk xistin û cûdakarî"çêkirine. Cardin di raporteyê de wiha hat gotin "Ji ber di nava hêzên ewlekariyê de helwestên bavik salarî li pêşe, dema ku jin ji bo bibin polîs serî lêdidin, li testa bekaretê re tên derbas kirin. Ev jî bi gotina ku "kêr nayê" hat wesfandin.
Ji aliyê din ve jî Berdevkê Polîsên Endoneziya Ronny Sompie vê bûyrê diparêze û got ku kesên ji testa bekaretê re derbas dibin"Bertekên nerînî" ne hatiye nîşandan. Ronny îddîa kir ku ew testê, ne ji bo bekaretê dikin, bi wê testê re em nexweşiya wan tesbît dikin. Ronny'î cardin diyar kir ku,"Ev hemû bi awayek pisporî tê kirin, zararê nade kesên tên serî li vî karî didin."
Rêxistina Şopandinê ya Mafê Mirovan da zanîn ku dervî Endoneziya, Misr, Hîndîstan û Afganîstanê jî testên bekaretê tê pêkanîn û ji bo balê bikşînin ser bûyerê fîlmek ya belgeselê hatiye amede kirin.
(rt/zt)
