Ji Hunermendên jin banga 25’ê Mijdarê

08:54

Şêrîn Hiso/JINHA


AMED – ji bo bilindkirina çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan hunermendêm jin jî banga daketina qadan kirin û gotin: “E weke hunermedên jin ji bo bilindkirina berxwedana li hemberî şidetê bang li her kesê dikin.”


Tundî ji hişmendiya dagrkerî û deshilitiyê destpêdike û di malbatê de jî berdewam dike. Dema ku hewildanên qelskirina civakê bibin, êrîşa yekem ser jinê tê kirin. Ji ber vê yekê azadiya her qadê jiyanê bi azadiya jinê ve girêdaye. Girêdayî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan de Hunermendên weke Mizgîn Tahir, Ronî Erez, Fatoş Bozboga û Mizgîn Yildirim nêrînên xwe bi ajansa me ya JINHA  yê re par kirin. Hunermend Mizgîn Tahir di derbarê 25’ê Mijdarê de wiha dibêje: “Dema jin rastî tundî tê huner jî wê tundiyê jiyan dike. Ji ber ku jin û huner bi hev re girêdyî ne.”


‘Tundiya ser jinê bandorê li hunerê jî dike’


Hunermend Mizgîn Tahir  di axaftina xwe de bal kişand ser tundiya ser jinê û wiha got: “Hunera  niha di arşîva mirovahiyê de heye, hemû bi devoka jinê hatiye gotin. Divê em qîmet û giranbuhabûna jinan baş zanibin. Dema jin rastî tundî tê huner jî wê tundiyê jiyan dike. Ji ber ku jin û huner bi hev re girêdyî ne. Heger em bêjin em azadiya hunerê dixwazin divê em despêkê azadiya jinê bixwazin. Ez wek hunermedek jin banga berxwedana li hemberî şidetê li her kesê dikim.”


 ‘Di 25’ê Mijdarê de werin em bi hev re dakevin qadan’


Stranbêj û Endamê Orkestra Heskîfê Ronî Erez jî anî ziman ku tundiya ser jinê rûreşiyek mezin e û wiha axivî: “Bi taybet di sed sala 21’emîn de tundiya ser jinan şermek mezin e dinava mirovahiyê de hîn heye. Divê di derbarê tundiya ser jinan  de her kes bi bertekbin. Em hemû dengê xwe bikin yek û ji tundî, zext û zoriya fîzîkî û derûniya ser jinê re bêjin na. Êdî jin di civak û malbatê de azad bijî ji ber ku jin avakarê jiyanê ye.” Ronî bang li hemû hunermed û rewşenbîran kir ku di roja 25’ê Mijdarê de derkevin qadan û wiha got: “Werin em bi hev re di roja 25’ê Mijdarê de li qaqdan bin û bi yek dengî tundiya ser jinê şermezar bikin.”


‘Ji ber mafê xwe yê xwezayî dixwazin rastî şidetê tê’


Korosta Orkestra Heskîfê Mizgîn Yildirim jî destnîşan kir ku di her civakê de pirsgirêkên wekheviya navbera jin û mêr de heye û got: “Dema jin daxwaziya wekheviya bi mêran re dike, rastî tundiyê tê. Kesên tundiyê ser jinê didin meşandin nikarin baweriya xwe bi mafê wekheviya navbera jin û mêran bînin.  Ez wek mirovek, jinek û wek jinek hunermend li  heberî tundiya ser jinê me. Ez dixwazim di roja 25’ê Mijdarê de herkes dakevin qadan û em bi hev re bêjin Jin Jiyan Azadî.”


‘Jiyana azad bê jina azad nabe’


Fatoş Bozboga jî  diyar kir ku ji destpêka dîrokê ta îro jinan her dem li hemberî hêza deshilatiyê hêza xwe daye nîşandan û wiha pêde çû: “Kesên ku hewldana tunekirina hêza jinê dikin dirêjahiya desthilatdariyê ne. Armanca wan bi vê nêzîkatiyê ew e ku her tiştî  di destê xwe debihêlin. Ez bang li hemû kesên ji xwe re dibêjin ez mirovim dikim kul i hemberî şidetê di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan. Ji ber ku emê nikaribin bê jinek azad  jiyanek azad bijîn.”


(şh/zt)