Rûyê jinan ê bajêr (DOSYA 3)

10:24

Li Amedê jin li hemberî zilam û dewletê têdikoşin


Sarya GOZUOGLU / JINHA


AMED - Her jinek xwedî rengekê ye û her bajarek jî xwedî zayendek vekiriye. Jin ji bo zayenda hişmendiya baviksalarî ya Amedê bi guherînin dinava têkoşînê dene. Jinên Amedê ku di vê rêyê de gihiştine nêrîna hevpar ya ji ber rewşa siyasî ya herêmê bi dewletê avakirina şîdetê, tehdarî û hebûna pirsgirêkên jinan.


Li Amedê ji di malê, cihê kar, li hemberî dadger, li kolanan dibêjin “Ez heme” û dibêjin “pêşeroj ya meye.” Şîdeta li hemberî jinê û pirsgirêkên ku jin jiyan dikin, li Tirkiyeyê, li herêmê heta li cîhanê heman pirsgirêkin. Nifusa gelê Amedê 1 milyon 607 hezar û 437 te, ji vê jî 809 hazar û 791 jinin û ji vana jî ji de jinan yek rastî şîdetê tên. Li gorî Îstîstakîkên li Tirkiyeyê ji sedan 22 jin rastî şîdetê tên, ji vana ji sedan 10 jin serî li saziyên resmî û Saziyên Civaka Sivîl didin.


Dinava têkoşîna azadiya gelê kurd de jinê bi awayekî xweser têkoşîna xwe mezin kir, jin ji bo vegera cewhera xwe, zîhniyeta zilam û dewletê û zilamê bi aqilê dewletê malbatê bi rêve dibe bi guhere têdikoşin. Jin ji bo azadiya xwe û di her qadên civakê de cih bigire têkoşînek bê hempa didin meşanidn.


'Jin jî dinava têkoşînê de hatin guhertin’


Jinên Ameda ku yek ji herêmên siyasî ku herî zêde hereket lê heye, ligel têkoşîna xwe ya 30 salan ji bo bajarê Amedê bikin dostê jin û xwezayê têdikoşin. Ji bo têkoşînek hevpar were meşandin saziyên jinan, şaxên jinên şredariyê, hewildanên jinên azad û meclisên taxan hatin avakirin.


Koordînatora Mala Jinan a Kardelenê Mukaddes Alataş der barê xebatên jinan yên ku li Amedê tên û pirsgirêkên jinan yên tên jiyîn de axivî. Alataş diyar kir ku bi têkoşîna 30 salan ya Tevgera Azadiya Kurd jin êdî dizanin ku li hemberî pirsgirêkên ku jiyan dikin berê xwe bidin kuderê û xwe çawaya bi parêzin. Alataş da zanîn ku divê têkoşînê de her kes tişta dikeve ser milê wan dike û wiha got: “Jin jî dinava têkoşînê de hatin guhertin. Li aliyekê mafên gelê kurd dixwazin û li aliyê din jî ji xwe pirsî ka çi dixwaze û li ser van bingehan têkoşînê dimeşîne.”


'Ji du jinan yek rastî her awayê şîdetê tê’


Alataş destnîşan kir ku Amed xwedî zîhniyetek serdest ya baviksalariye û wiha axivî: “Ligel ku jinên Amedê xwedî hêzekê ne jî jinê ne kariye rengê xwe bide Amedê. Jin dinava malê de weke karker xebitandin û dema derdikeve derve jî pirsgirêkên ewlekariyê dijîn. Pirsgirêka ku herî zêde jin rast tên şîdeta dinava malê deye. Di lêkolînek ku me di sala 2011’an de kir  em gihiştin agahiya ku li tevahiya Amedê ji du jinan yek rastî her awayê şîdetê tê. Jin li hemberî şîdetê wekî çareya herî dawî serî li saziyan didin.”


‘Nêzîkatiya ku jin ‘ne bi tenêne’ ava dikin’


Mukaddest da zanîn ku ew nêzîkatiya  ku jin ‘ne bi tenêne’ didin avakirin û wiha got: “Jina ku ji mala xwe qût bûyî, piştî hevdîtinan, ger vegere mala xwe jî, bi destekê bi hêz û bê tirs derê li şûn xwe digire û derdikeve. Gelek jinên ku pir dixwebitin û li gorî keda ku dayî heqdest nagirin hene. Jinên ku pirsgirên xwe yên weke zarok pirin, dema tînin ser ziman, ji nû ve hîs dikin ku li hemberî pirsgirêkan bêçare û bê hêzin. Dema ku dibistan vedibin û jin bi perwerdeya zarokên xwe re jî eleqar dibin, tên perçiqandin. Bi girtina dibistanan re jana karê demsalî destpê dike û li ser vî esasî derdikeve holê ku jiyaneke jinan a aîdê wan tuneye. Ji bo başkirina vê tabloya ku jin di navê de dijîn, tenê ne karê saziyên jinan e, di heman demê de ev yek pirsgirêka hemû civakê ye.”


 ‘Ji bo ku jin tevli jiyana civakî bibin me ev çareserî pêş xist’


Aktivîsta Navenda Şêwirmendiya Jinan a Ekîn Ceren Meral Tekîn jî diyar kir ku serlêdanên tundiya di nava malê de li saziya wan pir tên kirin û wiha axivî: “Jin rastî hemû cureyên tundiyê tên. Li hemberî vê yekê çareseriya ku em daye avakirin, dihêle ku jin tevli jiyana civakî bibin. Ez difikirin ku kêm jî be, me ev yek bi ser xistiye. Li şûna ku em li bendê bin jin bên saziyan, em bixwe diçin taxan û xwe digihînin jinan. Ji ber ku ne asane jinek bêje ew rastî tundiyê tê. Divê rêbaza bersiv dayîna, jinên ku rastî tundiyê tên cuda bin. Hin jin dawî li jiyana xwe tînin, hin bêdeng dimînin, qereqol hinekan vedigerine malên wan û hinek jî serî li saziyên me didin.”


‘Di malbatê de divê jin xarin çêbike û bav jî bixwebite û TV temaşe bike’


Meral destnîşan kir ku gelek sedemên ku tundiya li ser jinan zêde dikin hene û wiha bilêv kir: “Ji pergala dadgeriyê, zimanê medyayê bigre heya pergala perwerdehiyê gelek sedem hene. Di pirtûkên dibistanê de zarok fêrî rolên ku ji malbatê re hatin dayîn tên kirin. Mînak; dayik xarinê çêdike, bav jî dixwebite û TV temaşe dike. Lê din ava civakê de jin jî hene û divê ev yek bê dîtin. Dema ku em diçin serdana jinan, dibe ku jin ne di ferqa rastî tundiya ku têne. Em dixwazin jin di ferqa tundiya heyî debin. Ji ber ku bêyî em di ferqê de bin, em hemû rastî tundiyê tên. Divê em di vê mijarê de jinan hişyar bikin.”


‘Ji bo çareserkirina pirsgirkên hemû taxan divê mekanîzmayek bê avakirin’


Meral daxuyakirin ku li Amedê di bûnya her şaredariyekê de saziyên jinan û komeleyên jinan ên serbixwe têkoşîneke hevpar didin meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çareseriya herî mezin ew e ku di taxan de meclis bên avakirin û ev meclis bên aktîf kirin. Divê di taxan de rêxistinbûyîn pêk were. Ji bo çareserkirina pirsgirkên hemû taxan divê mekanîzmayek bê avakirin. Ger ku gelê li taxan bi awayekê zanebûn bên birêxistin kirin, wê demê dê tundiya li ser jinê nemî û ji holê rabe.”


‘Jinên bi barên salên 1990 de dijîn hen’


 Parêzera Baroya Amedê Reyhan Yalçin Baydemîr jî diyar kir ku ji ber şerê ku li erdnîgariyê tê meşandin jin bi pirsgirêkên taybet re rû bi rû dimînin û da zanîn ku jin hêj pirsgirêkên beriya niha 20-30 salan dijîn.  Baydemîr anî ziman ku jin rastî qirkirina fîzîkî û travmayên mezin tên û wiha got: “Piştî salên 1990’î ku gund hatin şewitandin û valakirin li herêmên ku jin tirkî ne dizanîn mecbûr bûn ku lê jiyan bikin. Gelek ji wan hevjînên xwe di bûyerên kiryarên wan nediyar de windakirin, gelek jin jî dibin çavan de rastî tecawîzê hatin û heta roja meya îro ku jinên vê rewşê vedişêrin hene.”


‘Têkoşîna jinan bi têkoşîna azadiya jinên kurd re pêşkeft’


Baydemîr anî ziman ku ev hemû trajediya ku jinan jiyan kirin birin dadgehê lê belê tiştek jê nederket û wiha axivî: “Ev ne takekesiye, li Kurdistanê bi destê dewletê yek ji tundiya ku li hemberî jinan tê bikar anîne. Hemû serlêdanên ku hatin kirin bê bersivman û dimînin.”  Baydemîr bi lêv kir ku têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan bi têkoşîna jinên kurd re pêşkeft û ji salên 1990’î dijwartire û wiha axivî: “Di wê demê de cihek me nebû ku em jinan bibinê. Me dibirin mala xwe yan jî me dibirin otelan û em bi war re diman.”


 


'Dê bi têkoşînê pêşeroj ya me be’


 


Baydemîr da zanîn ku têkoşîna azadiya jinê beramberî têkoşîna rûmetê ye û wiha axivî: “Jinên kurd ji ber şerê di erdnîgariya Kurdistanê de bedelên gelek mezin dane. Êdî hemû cîhan bi têkoşîna jinên kurd hesiyaye. Hemû cîhan dizane ku jinên kurd ne tenê ji bo gelekê têdikoşin. Di heman demê de li hemberî şîdet û bêmafiya li hemberî jinan têkoşînê didin meşandin. Me gelek bedel û windahî dan. Dê bi têkoşînê pêşeroj ya me be.”


'Pêywirdarên dewletê jinan hedef digirin’


Welatiya bi navê Roza Dalli destnîşan kir ku pirsgirêkên ku jin jiyan dikin li hemû erdnîgariyan hemanin û wiha axivî: “Li Amedê jin ji ber erdnîgariya wê pirsgirêtên taybet jiyan dikin.  Di bûyerên civakî yên demokratîk ku pêk tên de jin hedef tên girtin û di xwazin baweriya jinê bişkînin. Pêywirdarên dewletê jinan hedef digirin.”


‘Her dengê ku jin derdixe qêrîneke’


Dalli destnîşan kir ku dixwazin bi tenê hiştina jinan qîrîna wan bêdeng bikin û wiha got: “Dema ku jinek deng dedixe dibêjin ‘ma tuyê xilas bikî.’ Bivê yekê dixwazin bi jinan bidin hîskirin ku ew bi tênê ne.” Dalli anî ziman ku her dengê ku jin derdixin di esasê xwe de qîrîneke û ev tişt anî ziman: “Her dengek dengeke. Ger ku em hemû bi zanebûn bibin tu kes nikare qêrîna me kêm bike.”


Welatiya bi navê Feslî Dalli jî ku li Amedê dijî jî ev tişt gotin: “Em weke jin hem ji bav, hevjîn û birayên xwe tundiyê dibînin.  Jinê weke esîr dibînin.” Dalli bal kişand ser zewanên ku jinên ciwan ji ber zextên malbatê dikin û ev zewican weke riyek şaşa binav kir û wiha pêde çû: “Vê carê jî dikevin bi zextên hevjînên xwe û serê xwe li hemberî wan ditewînin.  Divê ku ev baş were fêmkirin ku jin zewacê wekî rizgarbûn negirin dest û çi zewicîbin çi ne zewicîbin divê ku jin hertim li hemberî zehmetiyan têbikoşin.”


‘Jin di wê ferqê de nînin ku ew civakê ava dikin’


Dalli diyar kir ku ew weke jin rastî hemû zor û zehmetiyan tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê fîzîkî di aliyê gotin, aborî û derûnî de jin rastî tûndiyê tên. Heta dibêjin jin ‘bikêrî’ tiştekê nayên. Yanî bi her awayî dixwazin jinan bi perçiqînin.”


Dalli destnîşan kir ku bi taybetî jin ji bo aboriyek azad qezenç bikin divê têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê destpêkê jin xwe, piştre jî zarokên xwe xelas bikin. Em di wê ferqê dene ku em jin ji bo têkoşîna rizgariya xwe alîkariyê ji dewletê naxwazin. Divî alî de dewlet bi tu awayî alîkariyê nade jinan, jin dê bi xwe vê yekê serbixe. Min jî ev pirsgirêk bi xwe jiyan kirin û min biryara veqetandinê da. Ez hem dixebitim, hem jî li zarokên xwe dinêrim. Gelek jin dixebitin lê belê weke karkerên demsalê mafê wan tê binpêkirin. Perê xwe jî radestî hevjînên xwe dikin. Jinên ku di aliyê aborî de malbatên xwe birêve dibin di wê zanebûnê de nînin ku bingehê civakê ava dikin. Divê ku êdî jin bikevin ferqa hêza xwe.”


Sibê: Mêrdîn


(aw)