Ji mewziyên berxwedanê bangawazî: Berê xwe bidin Kobanê

11:06

JINHA


KOBANÊ – Li eniya başûrêrojava şervanên YPG û YPJ’ê bi berxwedanê didin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û têk dibin. Şervana YPJ’ê Viyan Avareş a bi du birayên xwe ve li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dide wiha got: “Dê rewşa Kobanê baş be. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe jî dev ji Kobanê bernedin. Di destên me de tenê çekek jî bimîne em ê li ber xwe bidin û serkeftin a me ye.” Şervanê YPG’ê Zinar Kobanê jî mewziyên berxwedanê banga “dev ji axa xwe bernedin, berê xwe birin Kobanê” li hevalên xwe kir. 

Li dijî Kobanê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê kete raja 66’an. Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şervanên YPG û YPJ’ê jî li sê eniyan didime. Li gorî nûçeya Rojnameger Ersîn Çaksu û Îbrahîm Aslan di pevçûnên eniyên rojhilat, rojava û başûr de şervanên YPG û YPJ’ê darbeyên giran li çeteyan dixin û wan paş ve dibin. Yek ji eniyên pevçûnên dijwar didomin jî eniya başûrê rojava ye. Di vê eniyê de bi şev pevçûnên dijwar diqewimin bi roj jî bi hewldanên suîqastê pevçûnên dijwar diqewimin. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên bi şev dixwazin bikevin navenda bajar jî ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve tên rawestandin. Di vê eniyê de moralên şervanên YPJ û YPG’ê wekî eniyên din pir bilind e. Ev ji bo sozên hevalên xwe yên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane li ber xwe didin û dibêjin heta çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê derxînin bidomînin.

‘Nekarîn tiştekî bi dest bixin’

Yek ji şervanên YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê di eniyê de şer dike Viyan Avareş e. Viya Avareş li eniya başûrê rojava li dijî çetayan li ber xwe dide, du birayên wê jî li eniyên din li dijî çeteyan şer dike. Bavê wan jî hem ji bo pêdiviyên zarokên xwe hem jî yên şervanên dinin li paşeniyê di lojîstîkê de dixebite. Viyan destnîşan kir kuşerê li Kobanê duh meh li pey xwe hişt û wiha berdewam kir: “Çeteyan çiqas hewldan jî nekarin berxwedana me bişikênin. Niha şer berdewam dike. Bi giştî niha baş e. Em bi morelake mezin şer dikin. Pevçûn gelek caran bi şev û roj didome. Em gelek caran biç epik û tîlîliyan ve çûn şer. YPG û YPJ mil bi mil şer dike. Çeteyan çiqas xwestin jî nekarîn Kobanê bi dest bixin. Nekarîn tiştekî bi dest bixin.”

‘Tenê çekek jî bimîne em ê li ber xwe bidin’

Viyan Avareş a ku nirxandina “Kobanê berxwedanake mezin pêş xist, li vir ji 2011’an heta niha pevçûn diqewimin” kir di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em li aliyê Til Ebyadê bûn. Bi tankan êrîşî me kirin, lê di destên me de tenê qleş hebûn û me bersiv dida wen. Dê rewşa Kobanê baş be. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê dev ji Kobanê bernedin. Di destên me de tenê malek jî bimîne em ê li ber xwe bidin. Serkeftin a me ye.”

Viyan destnîşan kir ku beriya ew tevli YPJ’ê bibe hin hevalên wê jiyana xwe ji dest dane û ew bixwe çawa tevli refên YPJ’ê bûye jî wiha anî ziman: “Ez ji bo wan gelekî xemgîn bûn. Bav êmin rojeke j imin re gote ‘keça min heke tu dixwazî tevli bibî, biçe.’ Ew tabura me bi qleşan şer dikir û hinek ji wan şehîd ketin. Min jî tehamul nedikir. Dema ku ew bi qehremanê şehîd ketin min jî tehamul nedikir kul i malê rûnêm. Dema bavê min û hat gote’ êdî l imalê rûniştin nabe’ ez jî tevli bûm. Bavê mi ji destên me hersêyan girt û anî teslîmî hevalan kir. Ji bom e serkeftin xwest.”

‘Piştî evqas bedelan em ê tu caran dev ji vê derê bernedin’

Viyan diyar kir ku li eniya başûrêrojava herîz êde şervanên jin şer dikin û wiha berdewam kir: “Dema em êrîş dikin dijmin j ime ditirsin. Ji tîlîliyên me ditirsin. Piştî evqas bedalan em ê tu caran vê derê ji wan re nehêlin. Gelê meyên ku koçî Bakur kirine bila bên vir û piştgiriyê bidin YPG û YPJ’ê. Em li mewziyan bi hevre li ber xwe bidin. Dê serkeftin a me be.”

Zinar Kobanê yê ku bi Viyan Avareş re li eniya başûrêrojave mil bi mil şer dike jî diyar kir ku li eniyê rewş baş e û wiha got: “Êrîş dikin lê tiştekî nikarin i dest bixin. Çiqas ji bo ku Kobanê dagir bikin êrîş kirin ewqas berxwedan dîtin. Em ê heta dilopa dawî y xwîna xwe li vir li ber xwe bidin.” Zinar Kobanê li gelê ku koçî Iraq û Tirkiyeyê kirine bangawaziya “Em dibêjin dev ji axa xwe bernedin, berê xwe bidin Kobanê” kir. 

(zt)