'Di demeke kurt de bi serkeftinê re em ê vegerin ser axa xwe'
11:13
JINHA
RIHA - Hinek welatiyên ji Kobanê ligel hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê herêma ku lê diman ku di navbera Pirsûs û Kobanê de bû beriya 5 rojan piştî di encama êrîşa hewanan 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 10 welatî jî birîndar bû neçar man ku hatin Pirsûsê. Malbat heyanî konbajar bên çêkirin a niha konên kevin de jiyana xwe didomînin û bendêne ku agahiya serkeftinê ji şervanên YPG/YPJ'ê bê. Malbat wiha axivîn: "YPG/YPJ ji bo parastina axame canê xwe datînin holê û şer dikin. Di demeke kurd de û bi serkeftina wan re em ê jî vegerin axa xwe."
Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên hewanan malbatên ku herêma di navberî sînorê Kobanê û Pirsûsê de ligel wesayitên xwe diman neçar man ku hatin Pirsûsê. Piştî êrîşa hewanan malbatên ku xizmên xwe windakirin hatin Pirsûsê û konan de bi cih bûn. Ji ber ku hê çêkirina konbajar neqediyaye malbat niha li nêzî konbajara Kader Ortakaya yê konên kevn de jiyana xwe didomînin. Piştî konbajar biqede malbatê li wir bên bi cihkirin. Ligel hemû zehmetiya malbat jiyana xwe ya rojane didomînin.
Em heyanî êrîşa dawiyê jî sekinîn...
Li ber konê sê malbatên ku tê de dijîn û ji 17 kesan pêk tên dayika 50 salî Siltan Mistefa û bûka wê li ser sêla ku agirê vê bi zibilan pêdixe nan dipêjînin jî nû ji Kobanê hatine. Siltan diyar kir ku ev 5 roj in hatine Pirsûsê û wiha got: "Heyanî êrîşên dawiyê jî em sekinîn. Me got dibe ku xilas bibe û em ê vegerin. Lê nebû." Siltan got ku ew hetanî sibehê di konan de rûdinên û wiha domand: " Di kon de cih tuneye ku em xwe dirêj bikin. Em sê malbat di heman konî de dimînin û em 17 kes in. Em vî nanî jî ji bo 17 kesan dipêjînin. Di nava van şert û mercan de em mecbûr in ku îdare bikin." Siltan anî ziman ku ji bo ku ew pey re hatine Pirsûsê konê vala nebûye, heyanî konbajar bên avakirin ew ê bi vî awayî jiyana xwe bidomînin. Siltan bilêv kir ku hê jî hinek xizmên wan li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê disekinin û wiha berdewam kir: "Em dan ber topan. 4 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Êdî em nikarîbûn bisekiyana."
'Me hêviyên xwe winda nekir'
Siltan diyar kir ku di şûn de tu tiştekî wan nemaye û wiha axivî: " Çeteyan her tişt şewitand. Ligel vê yekê em hê jî bi baweriya vegerê de bûn û em li gel wesayitên xwe sekinîn. Lê bi hewanan êrîşî me kirin. Tiştê ku em bikin êdî nemabû. Her tiştê me talan kirin. Lê ji bo vegerê mê hêviyên xwe winda nekiriye. YPG/YPJ ji bo axa me canên xwe datînin holê û şer dikin. Di demeke kurt de emê bi serkeftina wan re vegerin axa xwe."
'Bi hêviya vegerê em lihember zehmetiyan berxwe didin'
Welatiyê bi navê Mislim Xillo (45) diyar kir ku 25 rojan bi tevê malbata xwe ku 15 nifûs in bi hêviya vegerê li gel wesayîta xwe sekiniye lê piştî ku sivîl hatine hedef girtin neçar mane ku her tiştê xwe bihêlin û sînor derbaskin. Mislim daxwaza xwe ya vegerê anî ziman û wiha domand: "Em dixwazin hê zûtir vegerin axa xwe. Li ser axa xwe mirin li vir çêtire. Ji vir tu hêviyek me tuneye. Bi hêviya vegerê em lihember zehmetiyan berxwe didin. Em bi malbatî pêrîşan bûn. Her tiştê me li Kobanê ma. Em çer çavan li benda vegerê ne. Hemû derdê me axa me ji çeteyan bê paqijkirin û em paş de vegerin."
(zt)

