Jinên Kerboranê jî ji bo 25’ê Mijarê bang kirin

11:26

JINHA


MÊRDÎN – Jinên Kerboranê bi boneya çalakiyên 25’ê Mijdarê li hev civiyan û diyar kirin ku dê di 25’ê Mijdarê de li Pirsusê bin û ew di roja 25’ê Mijdarê de hemû jinan vedixwînin Pirsusê.


Bi boneya 25’ê Mijadarê  Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan jinên navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li hev civiyan. Jin dibin pêşengiya DOKH’ê de li taxa Safa kombûn û civînek li darxistin. Di civînê de Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sipçik, gelek xebatkarên şaredariyê û jin amadebûn. Di cîvînê de Zeynep axivî û got: “Bi giyana Deniz Fırad, Arîn Mirxan, Reyhaneh Jabbari, Kader Ortakaya û hemû jinên di tekoşîna azadiyê de canê xwe feda kirine hemû jinan di roja 25’ê Mijdarê de vedixwînin Pirsusê.”


 (zt)