Polîsan ser mala xebatkarên Gun TV de girtin
11:48
JINHA
AMED – Di derengiya şevê de hêzên tayîbet ser mala ku xebatkarên Gun TV lê diman de girtin û nûçegihan Kubra Soylemez girtin binçavan. Di heman taxê de di serdegirtinek dinê de jî Ruken Çekik girtin binçavan.
Di saet 03.00’an de hêzên tayîbet ser mala xebatkarên Gun TV ya li Amedê weşanê dike ya li taxa Mevlana Halit de girtin. Dema ku hêzên tayîbet û polîsan ser bînayê û dawîra xebatkarên Gun TV lê diman de girtin li benda vekirina derî ne man derî şikandin û ketin hindir. Piştî lêgera bi qasî 3 demjimêran berdewam kir d e nûçegihana Gun TV Kubra Soylemez bi hinceta dozek berê ya wê heye girtin binçavan. Kubra dema girtin binçavan birin TEM ya Muduriyeta polîsan.
Li galiyê dinê jî di heman taxê de ser mala Ruken Çelik de jî girtin û Ruken girtin binçavan. Hat zanîn ku dema Kubra û Ruken girtine çek dane serê wan.
(zt)

