Leşkeran gundê Miseynter dorpêç kirin
11:56
JINHA
RIHA - Berxwedana nobetê ya li ser sînorê Pirsûsa Rihayê li gundê Miseynter tê girtin dibin dorpêça polîsan de ye. Gelek wesayîtên zirxî yên li gund hatin bi cih kirin, tê xwestin ku kon werin rakirin.
Berxwedana nobetê ya li ser sînorê Pirsûsa Rihayê di roja 66'emîn deye, li cihê ku berxwedan didome li gundê Miseynter dibin dorpêçê de ye. Bi rojan e li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê berxwedana nobetê tê girtin. Li cihê konê berxwedanê gelek leşker û wesayîtên zirxî hatin bi cih kirin. Leşkeran heya sibe ku kon were rakirin wext dan welatiyên di berxwedanê de ne ku kon rakin. Parlamenterên HDP'ê yên weke Nursel Aydogan, Sabahat Tuncel, Ayla Ata Akat û Îbrahîm Ayhan ligel berpirsê leşkeran re hevdîtin kir. Li cihê ku leşkeran dorpêç kirine gelek wesayîtên zirxî hatin bi cih kirin, leşkeran ji xebatkarên çapemeniyê re gotin: "Ev der qadek ya şere, hûn nikarin li vir dîmena bikêşin, vir bi terikînin" gef li xebatkarê çapemeniyê xwarin. Her wiha wêne kêşên aktivîstên biyanî jî desteser kirin.
(zt)

