Jinên Dildar: Bi ruhê Arîn Mîrkan bimeşin sînor

12:01

JINHA


RIHA - Jinên Dildar ên li navçeya Pirsûsê di nava gelê Kobanê de cih digirin, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinan ji bo gelê Kobanê bang li her kesî kirin û xwestin bi ruhê Arîn Mirkan bimeşin ser sînorê Kobanê. Jinên dildar xwestin her kes li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û ji bo gelê Kobanê li ser sînor bin. 

Şer û berxwedana li Kobanê di roja 66'an de berdewam dike. Jina kurd di şexs û têkoşîna YPJ'ê de nav û dengê xwe li cîhanê belav kir. Bi çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan jinan dîsa bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka berxwedanê nivîsandin. 
Jinên Dildar ên li navçeya Pirsûsê di nava gelê Kobanê de cih digirin, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinan ji bo gelê Kobanê bang li her kesî kirin û xwestin bi ruhê Arîn Mirkan bimeşin ser sînorê Kobanê. Jinên dildar xwestin her kes li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û ji bo gelê Kobanê li ser sînor bin. Xebatên ji bo 25'ê mijdarê dest pê kir û didome. Li navçeya Pirsûs a Rihayê jî dildarên ji bo gelê Kobanê dixebitin piştgirî dan têkoşîna jinan. Dildara Kobanê ya li Konbajarê Arîn Mîrkan xebata piştevaniya derûniya zarokan dike Medya Elî ya 18 salî xwest hemû jin bi ruhê Arîn Mîrkan di 25'ê mijdarê de bên ser sînor û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê dixwazin koka kurdan qir bike. Li jinan zilmê dike. Lê jinan kurd bi her awayî xwe diparêzin û pêş dixin. Ez bang li jinên Kurdistanê û Tirkiyeyê dikim. Di 25'ê Mijdarê de divê hemû jin bên ser sînor û piştgiriyê bidin jinên Kobanê.” 
Medya, xwest hemû jin li dijî pergala ku tundiyê li ser jinan dimeşîne bi ruhê Arîn Mîrkan tev bigere û piştgiriyê bidin jinên YPJ'ê ku dengê jinan li cîhanê belav kir. Dildara ku li Depoya Navendî ya Alîkariyê dixebite Çiya Çiçek (27) jî anî ziman ku jin di pêvajoya Kobanê de rola sereke danîn ser milê xwe û wiha got: "Ev têkoşîn ya me hemûyan e. Ev pêvajo çalak û zû pêş dikeve. Jin di vê pêvajoyê de rolek mezin didin ser milê xwe. Em bang li hemû jinan dikin û dixwazin werin vir têkoşîna xwe bilind bikin.” 

Dildara Konbajarê Kobanê Lamia Smain (19) ya ji Kobanê jî wiha got: "Hemû jin li dijî zilm û êrîşa DAIŞ'ê di 25'ê mijdarê de bibin yek. Jin ji ber zilma DAIŞ'ê neçarî koçberiya zorê bûn. Gelek jin ji ber êrîşên DAIŞ'ê tar û mar bûn û malbatên wan belav bûn. Jin ligel malbat û zarokên xwe koç kirin û hatin vir. Divê her kes hemû jin bên ser Sînor û piştgiriyê bidin wan." 

(zt)