‘Wekî 12’ê Îlonê dê êrîşên DAIŞ’ê jî bên pûçkirin’
12:08
JINHA
RIHA - Endamên Hewldana 78’an di roja 65’emîn a berxwedanê de li xeta sînor a Pirsûs û Kobanê, ala nobeta berxwedanê dewr girt û dê çalakiyên xwe bi awayeke dorveger bidomînin. Endamê Helwdanê Mehmet Vural destnîşan kir ku hovîtiya 12’ê îlonê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dişibin hev û wiha axivî: “Êrîşên li Amedê çawa ji aliyê ciwanên kurdan Mazlum dogan, Kemal Pîr, Alî Çîçek ve bi bexwedanê têk çû îro jî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê berxwedana ciwanên kurd ve dê bên pûçkirin.”
Li Kobanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwedan kete roja 66’emîn û li xeta sînor jî nobeta berxwedanê ji aliyê Hewldana 78’an ve hate dewrgirtin. Endamên hewldanê yên ji 22 bajaran hatine dê nobetê bigirin. Hevseroka Hewldana 78’an a Amedê Remziya Berk a tevli nobeta berxwedanê bû wiha got: “Kurd heta niha ji bo ziman û çanda xwe têkoşiyan ji bilî vê çi kê kirine, zirar dane kê, ez pirsa vê yekê dikim. Çeteyên hov ê faşîst ên kul i ser navê ol û misilmaniyê êrîşî kurdan dikin û yên alîkariyê didin wan bila ji bîr nekin ku DAIŞ dê rojevke vegere wan.” Berk a nirxandina “Ez her guleyê kul i Kobanê berdidin ciwanên me di singa xwe de hîs dikim” kir diyar kir kul i gel 64 salî ye jî ew jî weke hemû jinên kurd amade ye çekê hilbigire û li Kobanê şer bike.
‘Rojava mozaîka gelan e’
Endamê Hewldanê Fevzî Koz ê di 1980’an de hate girtin û 30 salan di serî de li Amed, Meletî û Eskîşehîrê di girtîgehê de ma jî destnîşan kir ku ew ji bo ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kurdan teşhîr bikin û di berxwedanê de cihê xwe bigirin hatine vir. Fevzî bilêv kir ku çete êrîşî li kurdên ku li cih û warên xwe li malên xwe ne dikin û wiha berdewam kir: “Sedema vê yekê ew e ku kurd di nava xwe de ji Swîsreya kul i cihanê welatê herî demokratîk tê zanîn jî demokratîktir û azadîparêz e. Ji ber ku di rêveberiyên hemû gelên cuda temsîla xwe dibînin. Rojava mozaîka gelan e. Li hemberî wan jî hovîtî heye. Mirovahî divê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li cem kurdan cihê xwe bigire. Ji ber ku li cem kurdan cih girtin tê wateya li cem heq, edelat û mafdaran cih girtine.”
‘Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berdewama qirkirinê ye’
Mehmet Vural ê di 1980-86’an de li Girtîgeha Amedê maye û niha j îli navçeya Hawêlê ya Rihayê hevserokatiya DBP’ê dike jî destnîşna kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û îşkenceyên hov ên Esat Oktay Yildiran ên di 1981’an de li Girtîgeha Amedê pêk anî dişibin hev û wiha berdewam kir: “Êrîşên çeteyên ADIŞ’ê y^ne li dijî kurdan û êrîşên li Girîgiha Amedê ya li dijî girtiyan û malbatan berdewama qirkirin û çewisandinê ye. Êrîşên li Amedê çawa ji aliyê ciwanên kurdan Mazlum dogan, Kemal Pîr, Alî Çîçek ve bi bexwedanê têk çû îro jî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê berxwedana ciwanên kurd ve dê bên pûçkirin. Bila tu kes ji bîr neke ku pêşeroj a gelê kurd a li ber xwe dide ye. Heke niha kurd xwedî mafên gotinê ne sedema vê berxwedana ciwanên kurd e.”
(zt)

