'Pêdiviya jinên Şengalê bi alîkariya derunî heye'
12:38
JINHA
SILÊMANÎ - Parlementera berê yê YNK'ê Zozan Halîd Şaban, bal kişand ser rewşa jinên ku ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne û bilêv kir ku pêdiviyan wan bi alîkariya deruni heye. Zozan got:" Di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de herî zêde jin û zarok maxdûr bûne. Xwedîderketina jinên xwe ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine, di serî de peyîwira jinan û hemû mirovahiyê ye."
Parlementê berê yê YNK'ê Zozan Halîd Şaban, serî li jinê ku karîne xwe ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin da. Zozan ji ajansa mere axivî û bal kişand ser rewşa deruniya jinên hatine revandin. Zozan wiha got: "Jinên Şengalê ên ku li qampa Başûrê Kurdistanê dimînin rewşa wan gelek baş nîne, xebatên tên kirin, têra derbas kirina deruniya wan neke. Jinên Şengalê maxdûrê şerin. Ji bona wan alîkariyên maddî û manewî dayîn di serî de peyîwira jinan û hemû mirovahiyê ye."
'Pêwîste desteka madî û manewî bê dayîn'
Zozan îdiayên di derbarê jinên ku çeteyên DAIŞ'ê revandin û tecavûz kirine, hinek ji wan jinan dû canî ne yan nade wiha axifî: "Mixabin bûyerên bi vî awayî hene. Lê ez nikarim hêjmarê wan bibêjim. Pirsgirêkên bi vî awayî hindek me çareserkir û em çareser dikin. Ev mijar hesase. Ji ber gomanên civakî em zêde naxwezin bidin çapemeniya. Ji ber bi awayek namûsê nêzîk dibin. Li beramberî vê yekê pêwîste em hişyar bin. Ji van jinan re pêwîste em alîkarbin. Destek dayîna van jinan bi awayek veşartî jî dibe. Lê girîngî alîkarî gihandina jinane, pêwîstî heye ku em alîkariyên madî û manewî bidin."
(rt/zt)

