Li Nisêbînê bi bihaneya tevlî çalakiyên Kobanê bûne girtin

13:42

JINHA


MERDİN – Li Nisêbînê polîsan ser malan de girtin û bi hinceta beşdarî çalakiyên Kobanê bûne 2 kes girtin binçavan.


Di saetên serê sibê de li navçeya Nisêbûnê ya Mêrdînê polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de Remezan Ari û Orhan Kaya bihinceta tevlî çalakiyên ji bo Kobanê bûne hatin binçav kirin û birin Emniyeta Muduriyeta polîsan. Dayîka Orhan Kaya yê hat binçavkirin Aliye Kaya di derbarê serdegirtinan de wiha got: “Li ber derî qêr dikirin ji bo vekirina derî. Paşê jî berê çekên xwe dan camê. Min jî bil ez kincên xwe li xwe kir û çum derî vekim. Heya ez gihiştim derî wan digot: ‘Heger hun derî venenkin emê we hemûyan gulebaran bikin.’ Bi zorê ketin hindirê mala me. Wêne nîşan dan. Kinc û sola kurê minê biçuk girtin û li kurê minê yê gitin bin çavan kirin. Her çendî min got ew kincên wî nîne jî bi zorê lêkirin. Du kurên min dirêjî erdê kirin. Ji wan re gotin: ‘Hun dengê xwe derxinîn emê we bikujin.’ Ez dehf dam. Destê min xwîn bû. Mala me tevlî hev kirin.”


Dayîka Ramanzan Ari yê hat binçavkirin Aliye Ari jî wiha qala serdegirtina malê dike: “Ji ber neviyê min qeza kiriye hestiyê lingê wî deriziye. Nedikarî derkeve derve. Hevserê min û kurê min girtin pişta wan dan dîwar û çek dan serê wan. Me nedizanî sucê me çiye hema ketin nava mala me belav kirin.”


 (zt)