Ji Jinên KESK’ê daxwaza Wezareta Jinan
16:08
JINHA
AMED – Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên KESK’ê daxwaza avakirina Wezareta Jinan kirin.
Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan de endamên Meclisa Jinên KESK’ê bi boneya daxwaza avakirina Wezareta Jinan bê avakirin daxuyanî dan. Daxuyanî li ber avahiya Wezareta Polîtîkaya Malbatan û Civakê ya Navenda Amedê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Wezareta Jinan” hat vekirin û dem dem duruşmên weke “Jin jiyan azadî” hatin bilindkirin. Bi navê Meclisa Jinên KESK’ê Sekretera Giştiya Tumbel-Sen ê Gulizar Guneş daxuyanî xwend. Gulîzar di daxuyaniyê de balkişand ser pirsgirêkên jinan û wiha got: “Divê ji bo rakirina şideta ser jinan hewildan bên kirin.”
‘Dixwazin şidetê rewa bikin’
Gulîzar anî ziman ku nebûna Wezareta Jinan pirsgirêkek mezine û wiha domand: “Polîtîkaya petgalê ya heyî li cihê ser pirsgirêkên jinan rawestin çawan dê li gorî berjewendiyên mêr û pergalê jinan bidin xebitandin û bêdeng kirin dixebitin. Heta ji destê me bê emê li hemberî van serî hildin û mafê xwe bixwazin. Ji ber wê jî îro em li vêderêne.”
(zt)

