25’ê Mijdarê Mirabel, Sakine, Arin, Kader…

16:26

JINHA


RIHA - Bernameya çalakiyên li ser sînorê Kobanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinê, ji bo destekirina jinên li Kobanê û Şengalê tê lidarxistin, diyar bû. Hevbirên DOKH'ê bi dirûşma "Ji xwişkên Mîrabel heta Sakîneyan li Kobanê em Arîn in, li dijî sînor em Kader in" wê ji 19'ê Mijdarê heta 25'ê Mijdarê hin çalakiyan lidar bixin. Jin wê çalakiyên xwe bi meşa li ser sînor bi dawî bikin.

Li Kobanê bi berxwedana YPJ'ê re jinên kurd li cîhanê deng vedan. Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinê de, ji bo piştgirîdayîna jinên li Kobanê û Şengalê wê li ser sînorê Kobanê çalakî werin lidarxistin. Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ji îro ve dest bi çalakiyan dike û wê di 25'ê Mijdarê de bi meşeke girseyî ya jinan a li ser sînor, dawî li çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê bînin. Endama DOKH'ê Hande Kaya der barê bernameya çalakiyan de agahî da û diyar kir ku çalakî wê hem li ser sînor, hem li navenda Rihayê hem jî wê li navçeyan dewam bikin.

Ji Xelfetiyê dest pê bikin

Hande da zanîn ku bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Xelfetiyê re çalakiyên wan îro destpê kirine û ragihand ku ji bo Kader Ortakaya ya berî demeke kin li ser sînor ji aliyê leşkerên tirk ve hat qetilkirin, wê li warê wê Sêweregê di 23'ê Mijdarê meş bê lidarxistin. Kaya ev agahî da: "Li navenda Rihayê, wê bi daxuyaniya çapemeniyê îro hin çalakî destpê bikin, bi nîşandan fîlm û pêşangeha wêneyan dewam bike. Di 23'ê Mijdarê de saet di 12:00 de wê li parka Lazgon a Sêweregê ji bo bîranîna Şehîd Kader Ortakaya meşek bê lidarxistin. Di 23 û 24ê Mijdarê de wê li navçeya Hewengê fîlm bê nîşandan, li Wêranşarê jî bernameya li wargeha ji konan hebe. Li wargehên ji konan ên li Pirsûsê jî wê çalakî bên lidarxistin. Fînala roja 25'ê Mijdarê wê li vir bê kirin. Jinên ji bajar û welatên cuda werin, wê li Gundê Dewşenê bicivin û saet di 12:00 de bi awayekî girseyî ber bi gundê Mehserê ve bimeşin."

Hande herî dawî bang li tevahiya jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de beşdarî meşa wan a li Pirsûsê bibin.

(zt)